Pêkhateya Ereb di fikrê Rêber Abdullah Ocalan de yekitiya xwe dît

Eşîrên ereb destnîşan kir ku projeya neteweya demokratîk a Rêber Abdullah Ocalan asta birêxistinkirina eşîrên ereb, hevgirtina wan û rizgarkirina jinan ji bindestiyê bi pêş xist.

Pêkhateya Ereb di fikrê Rêber Abdullah Ocalan de yekitiya xwe dît
15 gulan, 2023   23:38
QAMIŞLO

Pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, projeya neteweya demokratîk a Rêber Abdullah Ocalan qebûl kir. Pêkhateya ereb di projeyê de, rêyek dît ji bo ku ji parçebûnê ku pergalên zordest li wan ferz kir, xilas bibin û bibe destpêka rizgarkirina jinan ji zihniyeta baviksalariyê.

/kr/uploads/files/2023/05/15/200723_-.webp

Cîgirê serokê Meclisa Êla El Cebûr a Ereb Şêx Ehmed El Hiwêder ji ajansa me re destnîşan kir ku gelê ereb ji wan gelan e ku herî zêde bindest bûne û wiha domand: “Ji ber wê jî wan her tim li alternatîfekê digeriya. Wan ev alternatîf jî di reseniya projeya neteweya demokratîk de dît.”

El Hiwêder wiha zêde kir: "Piştî ku pêkhateya ereb ber belav bû, niha roj bi roj hevgirtina wan a civakî zêdetir dibe."

Rêber Abdullah Ocalab girîngî da doza rizgarkirina jinan li gor baweriyeke wiha ku azadiya civakan bi azadiya jinan ve girêdayî ye.

/kr/uploads/files/2023/05/15/200738_-.webp

Der barê vê mijarê de Leyla El Zixîn a ji eşîra El Siwêfat got: "Jinên ereb berî ku fikrê Rêber Abdullah Ocalan belav bibe heta asteke mezin bindest bûn û bûbûn esîrên hişmendiya baviksalariyê."

Leyla wiha domand: "Lê îro, jinên ereb xwe di gelek saziyên sivîl, leşkerî û partiyên siyasî û qadên şer de îsbat kirin û destkeftiyên mezin li herêmê bi dest xistin."

/kr/uploads/files/2023/05/15/200752_-.webp

Her wiha, Wenas El Ebdullah ê ji eşîra El Beke El Huseyniye piştrast kir ku projeya neteweya demokratîk azadiyê ji bo civakan misoger dike û pêkhateya ereb pêkhateya herî nêzîk a ji projeya neteweya demokrarîk e.

(mh/şx)

ANHA