Pîrozbahiya Cejna Zimanê Kurdî ya Hesekê bi çalakiyên cihereng bi dawî bû

Pîrozbahiya Cejna Zimanî Kurdî ya li Hesekê bi pêşandana stran û govendên kurdî ji aliyê komên beşdar ve bi dawî bû.

Pîrozbahiya Cejna Zimanê Kurdî ya Hesekê bi çalakiyên cihereng bi dawî bû
Pîrozbahiya Cejna Zimanê Kurdî ya Hesekê bi çalakiyên cihereng bi dawî bû
Pîrozbahiya Cejna Zimanê Kurdî ya Hesekê bi çalakiyên cihereng bi dawî bû
Pîrozbahiya Cejna Zimanê Kurdî ya Hesekê bi çalakiyên cihereng bi dawî bû
Pîrozbahiya Cejna Zimanê Kurdî ya Hesekê bi çalakiyên cihereng bi dawî bû
Pîrozbahiya Cejna Zimanê Kurdî ya Hesekê bi çalakiyên cihereng bi dawî bû
Pîrozbahiya Cejna Zimanê Kurdî ya Hesekê bi çalakiyên cihereng bi dawî bû
Pîrozbahiya Cejna Zimanê Kurdî ya Hesekê bi çalakiyên cihereng bi dawî bû
Pîrozbahiya Cejna Zimanê Kurdî ya Hesekê bi çalakiyên cihereng bi dawî bû
15 gulan, 2023   16:02
HESEKÊ

Bi boneya Cejna Zimanê Kurdî Komeleya Wêje û Çanda Kurdî ya Rojavayê Kurdistanê li Hesekê çalakiyeke hunerî li hola Marbîla li dar xist. Nûnerên rêxistinên civaka sivîl, rewşenbîr, akademîsyen û lêkolînerên zimanê kurd û bi dehan xwendekarên Zanîngeha Rojava beşdar bûn.

di çalakiyê de endamê rêveberiya komeleyê, Sîpan Îsmaîl axivî û bixêrhatina beşdaran kir. Dûre têkildarî zimanê kurdî bandorên zimanên din li ser, semîner hat dayîn.

Di semînerê de lêkolera wêjeya kurdî ya Zanîngeha Rojava Xecê Patik Kaya, mamsoteyê zimanê Kurdî yê Zanîngeha Rojava Ehmed Îbrahîm axivîn û behsa girîngiya pêşxistina zimanê kurdî, faktorên pêşxistina wê û xurtkirina pirrengiya zimanî kirin.

Axêveran, îşaret bi astengiyên li pêşiya mamosteyan li her çar parçeyên Kurdistanê derdikevin, rêbazên pêşxistin û parastina zimanê kurdî, firehkirina zaravayên zimanê kurdî, aktîfkirina navendên perwerdeya zimanan, parastina zimanê zikmakî ji helandinê di siyasetên kapîtalîst de ku hewl didin wê tune bikin, kir.

Endamê rêveberiya komeleyê Sîpan Îsmaîl û hevserokê berê yê Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya herêma Cizîrê Mihemed Salih Ebdo, mamosteyê zanîsta derûnî yê Zanîngeha Rojava Ciwan Ferhan, endama rêveberiya Akademiya Şehîd Egîd Çîlo ya pranşên kurdî ya Hesekê Jînda Hemê mijara duyemîn a semînerê ya têkildarî hevgirtina civakî bi rêya pirengiya zimanî (materyalên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk wek mînak) bi rêve birin.

Axêveran, behsa aliyê çandî yê demokrasiya herêmî di bidestxistina hevgirtina civakî de, rêbazên pêşxistina fikrê perwerderiya pirrzimanî, çandî, pirsgirêka pirrengiya çandî, têkiliya dewleta navendî di şopandina bingeh û mekanîzma pêkvejiyana gelên cihereng ên çandî, kirin.

Her wiha destnîşan kir ku materyalên pirreng ên Rêveberiya Xweser, nîşaneya pirrengiya çandî li herêmê ye û hemû ziman ji aiyê dewletên kapîtalîst ve, bi helandinê re rû bi rû mabûn.

Axêveran, derfetên tekenolojî, peywendiyên nûjen, pêwîstiya pêşxistina perwerdeya dîjîtal ji aliyê mamosteyan ve ji ber ku belz di nav civakê de belav dibin, gotubêj kir.

Di dawiya çalakiyê de, çîrok hatin xwendin, Koma Govend û Stranê ya Xabûr govend, şanoyek bi navnîşan “Çirûsk”, helbestvanên Yekitiya Nivîskarên Kurd a Sûriyeyê helbestên xwe pêşandan.

(şx)

ANHA