Ji ciwanan banga mezinkirina têkoşînê

Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyeyê li dijî tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan meşiyan. Ciwana ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan banga bilindkirina têkoşînê û zêdekirina xebatê kir.

Ji ciwanan banga mezinkirina têkoşînê
Ji ciwanan banga mezinkirina têkoşînê
Ji ciwanan banga mezinkirina têkoşînê
Ji ciwanan banga mezinkirina têkoşînê
Ji ciwanan banga mezinkirina têkoşînê
14 gulan, 2023   12:25
HESEKÊ

Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyeyê li dijî tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan û bi daxwaza pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî, her wiha ji bo piştgiriya Partiya Çepên Kesk di hilbijartinên li Tirkiyeyê de, îro li navçeya Til Temir a Hesekê meşek li dar xist.

Bi sedan şênî û endamên saziyên li bajêr jî beşdarî meşê bûn.

Ciwanên ku wêneyên Rêber Abdullah Ocalan û alên Partiya Çepên Kesk rakiribûn, ji pêşiya Meclisa Malbatên Şehîdan a li navçeyê dest bi meşê kir. Meşvanan bênavber dirûşmeyên silavkirina berxwedana Rêber Abdullah Ocalan berz kirin.

Meşvan li dawiya kolana Filistîn rawestiyan û li wir daxuyaniyek da. Endamê Rêveberiya Tevgera Ciwanan Ebûd El Miftî daxuyanî xwend.

El Miftî bêdengiya navneteweyî ya li hember kirinên li dijî Rêber Abdullah Ocalan li Îmraliyê tên kirin, şermezar kir û got: “Erdogan li dijî Rêber Ocalan binpêkirinan dike û di bin tecrîdeke giran de radigire.”

El Miftî bal kişand ser mehrûmkirina Rêber Ocalan ji mafên wî yên bingehîn û bal kişand ser daxwazên azadîxwazên li seranserê cîhanê ên ji bo eşkerekirina rewşa tenduristî ya Rêber Ocalan.

El Miftî bang li rêxistinên hiqûqî û yên mafên mirovan kir ku dawîn li komploya ku hîna li djiî Rêber Ocalan berdewam dike, bînin û rewşa wî ya tenduristî eşkere bikin.

Bang li tevahî tevgerên ciwanan jî hat kirin ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan têkoşînê bilind bikin û ji bo teşhîrkirina komploya navneteweyî ya qirêj xebatên xwe zêdetir bikin.

(c)

ANHA