​​​​​​​Pervîn Bûldan dengê xwe avêt: Pergalek xerabiyê heye divê îro biqede

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan li Wanê dengê xwe da. Piştî dengdanê Pervîn daxuyanî da û got: “Hêviya 82 milyon mirovan ji van hilbijartinan heye. Pergaleke xerabiyê heye, divê îro biqede.”

​​​​​​​Pervîn Bûldan dengê xwe avêt: Pergalek xerabiyê heye divê îro biqede
14 gulan, 2023   07:25
 NAVENDA NÛÇEYAN

Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan Pervîn Bûldan li sindoqa bi hejmara hezar û 106 a li Lîseya Cûmhûriyet a li Taxa Seyît Fehîm Arvasî ya navçeya Rêya Armûşê ya Wanê dengê xwe avêt. Pervîn bi tilîlî û çepikan hate pêşwazîkirin, pişt re derbasî pola ku sindoq lê bû û dengê xwe avêt.

Pervîn li ber deriyê dibistanê daxuyanî da û wiha got: “Dema ku herkes heqê keda xwe bigire hatiye. Dê ji her aliyê Tirkiyeyê mirov dengê xwe biavêjin. Ez hêvî dikim ku ev dengên me bibin wesîleya aramî, aştî, hezkirin, edalet û demokrasiya li welat. Em li bendê ne ku bi hilbijartinên îro werin kirin êdî guherîn û veguherîn pêkan e, hemû gel li benda vê ye. Hêviya 82 milyon mirovan heye ji van hilbijartinan. Me jî îro dengên xwe avêtin, em bi hêviya ku dengên me bibin wesileya aştî, demokrasî û xwişk û biratiyê bang li hemû Tirkiyeyê dikin.”

Pervîn, anî ziman ku dê êvarî bi hêviyeke mezin li benda encaman bimînin û wiha got: “Dê îşev bi hêviyeke mezin çavên me li sindoqên ku bên vekirin bin. Kelecanek û hêviyeke mezin bi me hemûyan de heye. Divê hemû kesên li Tirkiyeyê dijîn vê hêvî û kelecanê bijîn. Ji ber ku di demekî dirêj e di mirovan de reşbîniyek heye. Pergaleke xerabiyê heye û divê ev pergal îro biçe. Ji herkesê re serkeftinê dixwazim û ji dil û can bawer dikim ku em ê teqez serbikevin.”

MALBATA ŞENYAŞAR JÎ DENGÊ XWE DA

Li navçeya Pirsûsê jî Dayika Emîne Şenyaşar û Ferît Şenyaşar ku 783 roj in Nobeta Edaletê digire dengên xwe dan û ev peyam da: “Me ji bo pêşerojeke edalet û demokratîk peywîra xwe bi cih anî. Tu cih û meqam ji jiyana mirovan girîngtir nîne. Daxwaziya me ew e ku bêyî ku bûyerek biqewime hilbijartinê temam bikin û guhertinê pêk bînin.”