Têkiliyên Şam-Siûdiyê, Sûdan û Filistîn rojeva rojnameyên erebî bûn

Erebistana Siûdî vê hefteyê xebatên xwe yên dîplomasî li Sûriyeyê ji nû ve da destpêkirin. Çavdêran diyar kir ku di lihevkirina li Cedayê de girîngî dan hewldanên bidawîkirina şerê li Sûdanê, lê dîsa jî îhtîmala şer vekirî ma.

Têkiliyên Şam-Siûdiyê, Sûdan û Filistîn rojeva rojnameyên erebî bûn
14 gulan, 2023   06:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Têkiliyên di navbera Şam û Erebistana Siûdî de, şerê li Sûdanê û rageşiya li Xezayê mijarên hefteya borî yên rojnameyên erebî bûn.

Rojnameya Şerq El Ewset li ser têkiliyên di navbera Şam û Erebistana Siûdî de wiha nivîsand: "Erebistana Siûdî ragihand ku karê şandeya wê ya dîplomasiyê ji nû ve li Sûriyeyê dest pê dike. Wezareta Karên Derve ya Erebistana Siûdî daxuyand ku ew yek di çarçoveya têkiliyên biratiyê yên her du welatan, pêşxistina xebata erebî ya hevbeş û pêşxistina ewlehî û îstîqrara herêmê de pêk tê.

Wezaretê eşkere kir ku ev biryara wan li gorî biryara ku di civîna Meclisa Wezaretên Karên Derve ya Dewletên Ereban de ya 7′ê Adarê ya têkildarî vegerandina Sûriyeyê li Komkara Erebî, hatiye dayîn.

Wezîrê karên derve ya Siûdiyê mîr Feysel Bin Ferhan di 18′ê Nîsanê de serdana Şamê kir û ji aliyê serokê Sûriyeyê Beşar Esed ve hat pêşwazîkirin. Di hevdîtinê de hewldanên çareseriya siyasî ji krîza Sûriyeyê re hatin nîqaşkirin.

Her du aliyan di hevdîtinê de gavên guncaw ji bo pêkanîna çareseriya siyasî ya giştî li Sûriyeyê nîqaş kirin. Ji ber ku bi wê re bandorên krîzê tên bidawîkirin, berjewendiya neteweyî pêk tê û ji bo vegerandina Sûriyeyê li nava Ereban dibe alîkar."

AŞTIYA LI SÛDANÊ JI ŞER ZEHMETTIR E

Rojnameya El Ereb li ser lihevkirina aliyên dijber ên Sûdanê têkildarî parastina sivîlan wiha nivîsand: "Li Ceda ya Siûdiyê şandeyên artêşa Sûdanê û Hêzên Piştgiriya Lezgîn dan û standin kirin. Lê hin çavdêran encamên baş ji van dan û standinan texmîn kirin. Van dan û standinan pêşketineke baş di mijara parastina sivîlan de çêkir. Ew yek piştî zextên bi navbeynkariya Siûdî-Amerîkayê li ser her du aliyan, pêk hat. Lê îhtîmala şer vekirî ma.

Çavdêran got Danezana Cedayê girîngî da hewldanên bidawîkirina şer. Her du aliyên şer got ew welatiyan nakin hedef. Lê bûn sedema reva bi deh hezaran sûdaniyan ber bi derveyî Sûdanê ve.

Encamên civînên li Cedayê li gorî xwezaya şerê di navbera fermandarê artêşa Sûdanê Ebdulfettah El Burhan û fermandarê Hêzên Piştgiriya Lezgîn Mihemed Hemdan Deqlo de bû, ji ber ku her duyan texmîn dikir ew ê bi rêya leşkerî şer bi dawî bikin û her tawîzek tê wateya xisara siyasî."

′LI GEL DERBEYAN LI ISRAÎL Û XEZAYÊ DAN Û STANDIN′

Rojnameya Şerq El Ewset li ser rageşiyên li Xezayê ya di navbera Îsraîl û Cîhad El Îslamî de wiha nivîsand: "Duh, dan û standinên di navbera Îsraîl û Tevgera Cîhad El Îslamî de ji bo agirbestê bi bin ketin. Di heman demê de Îsraîlê êrişên xwe di roja sêyemîn de dewam dike. Îsraîlê endamê meclisa leşkerî ya Tevgera Cîhad El Îslamî û berpirsê yekîneya moşekan a Seraya El Qudis Elî Hesen Xalî (50) siûqast kir.

Çavkaniyên dîplomasiyê yên Misirî got peywendî û dan û standin bi hemû aliyên krîzê re û hin dewletên têkildar re pêk tên ku agirbestê pêk bê."