PDK′ê careke din deriyê Sêmalkayê girt

Rêveberiya PDK'ê Deriyê Sînor ê Pêşxabûr (Sêmalka) ku di navbera Başûrê Kurdistanê û Bakûr-Rojhilatê Suriyeyê de ye, careke din girt.

PDK′ê careke din deriyê Sêmalkayê girt
11 gulan, 2023   10:50
QAMIŞLO

Desthilatdarên PDK′ê îro deriyê Pêşxabûr ê di navbera Başûrê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de bêyî tu agahiyan bide Rêveberiya Deriyê Sêmalkayê, girt.

Rayedarê deriyê Sêmalkayê Baz Ehmed bi rêya telefonê ji ANHA’yê re got Rêveberiya Deriyê Pêşxabûr biryar da ku tevgera çûn û hatinê ya derî heta demeke nediyar girtî be. Lê tu agahî li ser girtinê nehatin eşkerekirin.

Ev ne cara yekemîn e ku PDK derî digire. Di dawiya 2021′ê de desthilatdarên PDK′ê derî 40 rojan girtibû.

(fr)

ANHA