​​​​​​​Wezîrê aboriyê yê Îranê serdana Siûdiyê kir

Wezîrê aboriyê yê Îranê, piştî têkiliyên di navbera her du welatan de bi navbeynkariya Çînê vegerîn, serdana Erebistana Siûdî kir.

​​​​​​​Wezîrê aboriyê yê Îranê serdana Siûdiyê kir
11 gulan, 2023   09:48
NAVENAD NÛÇEYAN

Wezîrê aboriyê yê Îranê Îhsan Xandozî, piştî têkiliyên dîplomasiyê yên Îran û Siûdiyê bi navbeynkariya Çînê di Adarê de vegerîn, gihaşt Riyadê.

Şandeyeke aboriyê ya bi serkêşiya Xandozî gihaşt Riyadê. Ev serdana yekemîn a rayedarekî Îranê ji Siûdiyê re piştî têkiliyên dîplomasiyê ye.

Hikumeta Îranê bi daxuyaniyekê da zanîn ku wezîrê aboriyê Îhsan Xandozî bi serkêşiya şandeyeke aboriyê gihaşt Riyadê û dê bi berpirsên Siûdiyê re bicive.

(fr)