Di êrişa li Til Temirê de welatiyek şehîd bû

Di topbarana artêşa Tirk a dagirker a li ser gundê Til El Leben ê navçeya Til Temirê de, welatiyek şehîd bû û 4 jî birîndar bûn.

Di êrişa li Til Temirê de welatiyek şehîd bû
11 gulan, 2023   10:19
HESEKÊ

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê saet derdora 10:00’an gundê Til El Leben ê navçeya Til Temirê topbaran kir.

Di encama topbaranê de welatiyê bi navê Mihemed Ebdulfetah Hisên (38) ku li erdê xwe kar dikir, şehîd bû û 4 kes jî birîndar bûn.

Navên birîndaran wiha ne: Xalis Hec Hozeyfa (35), Ebdullah Elêwî (27), Îbrahîm Geraf (38) û Hafiz Muhemmed Geraf (27).

(bb)

ANHA