Herêma Firatê ji bo azadiya fizikî ya Rêber Abdullah Ocalan diherike qadê

Ji gelek deverên herêma Firatê bi hezaran kes bi armanca tevlêbûna mîtînga ji bo azadiya fizikî ya Rêber Abdullah Ocalan diherikin qada mitîngê.

Herêma Firatê ji bo azadiya fizikî ya Rêber Abdullah Ocalan diherike qadê
11 gulan, 2023   09:19
KOBANÊ

Ji saetên sibehê ve bi hezaran şêniyên Kobanê, navçeyên Sirîn û Eyn Îsayê yên herêma Firatê berê xwe didin qada Şehîd Egîd a li bajarê kobanê da ku beşdarî çalakiya girseyî ya bi banga azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û piştgiriya Partiya Çepên Kesek bin.

Şênî bi hemû pêkhateyên wê bi hildana posterên Rêber Abdullah Ocalan, ala Partiya Çepên Kesk û bi berzkirina dirûşmên "Berxwedan jiyan e", "Bijî berxwedana gelê Kurd, "Bijî serok Apo" û "Bê serok jiyan nabe" dihekirin qada çalakiyê.

Çalakiya bi heman armancê duh li bajarê Qamişloyê û beriya wê li Şehbayê hatin lidarxistin.

Çalakî dê çend kêliyên din dest pê bike. Bi navê Rêveberiya Xweser, saziyên civaka sivîl partiyên siyasî û pêkhateyên herêmê dê axaftin werin kirin. Her wiha dê stran werin gotin.

(bb)

ANHA