Li Iraqê 3 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin

Şaneya Ragihandina Ewlekariyê ya Iraqê ragihand ku hêzên ewlekariyê li Samarayê ya Iraqê di encama operasyonekê de 3 çeteyên DAIŞ’ê kuştin. Ji çeteyên hatine kuştin yek ji êlekê xweteqandinê li ser bû. Her wiha di encama operasyonê de efserekî hêzên Iraqê hat kuştin.

Li Iraqê 3 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin
11 gulan, 2023   08:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Şaneya Ragihandina Iraqê di daxuyaniyekê de ragihand kuHêzên Fermandariya Operasyonan a Samara hewldana êrişeke çeteyên DAIŞ’ê ku wê li dijî yek ji nuqteyên polîsên federal li bajarokê Muhtesîm pêk bianiya pûç kirin. Her wiha diyar kir ku piştî hewldana êrişa çeteyan hêzên wan li derdora cihê ku bûyer lê qewimî operasyonek li dar xist.

Di daxuyaniyê de hate gotin hêzên wan ên ewlekariyê di pevçûnan de 3 çeteyên DAIŞ’ê kuştin ku yek ji wan êlekê xweteqandinê li ser bû. Her wiha da zanîn di encama operasyonê de efserekî hêzên wan jî hat kuştin.