Dê Azîme Arsûn radestî hikumeta Iraqê bikin

Rêveberiya Nîşingeha (îqametgeh) Hewlêrê der barê binçavkirina siyaetmedara Kurd Azîme Arsûn de daxuyaniyek da û ragihand ew ê dosya Arsûn radestî hikumeta Iraqê bikin.

Dê Azîme Arsûn radestî hikumeta Iraqê bikin
11 gulan, 2023   08:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêveberiya Nîşingeha Hewlêrê der barê binçavkirina siyasetmedara Kurd Azîme Arsûn a li balefirgeha Hewlêrê de daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku dê dosya Azîme Arsûn radestî saziyên ewlehiyê yên federal ên Iraqê bikin.

Roja 2’yê Gulanê siyasetmedara Kurd a ji Bakurê Kurdistanê Azîme Arsûn ku nexweşiyeke wê ya giran hebû, dema xwestibû ji bo tedawiyê di ser balefirgeha navdewletî ya Hewlêrê re derbasî derveyî welat bibe, ji aliyê hêzên PDK’ê ve hatibû binçavkirin.