Rojnameyên erebî: Tu encamên şênber ji civîna Moskovê derneketin

Rojnameyên erebî destnîşan kir ku ji civîna Moskovê ya derbarê normalîzekirina têkiliyên hikumeta Şamê û dewleta Tirk a dagirker de tu encamên şênber derneketin.

Rojnameyên erebî: Tu encamên şênber ji civîna Moskovê derneketin
11 gulan, 2023   07:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Civîna Moskovê ya derbarê normalîzekirina têkiliyên di navbera hikumeta Şamê û dewleta Tirk a dagirker de, vegerandina Sûriye li Komkara Erebî, şerê li Sûdanê, her wiha dan û standinên lîbyayî yên ji bo lidarxistina hilbijartinan de mijarên îro yên rojnameyên erebî ne.

JI CIVÎNA MOSKOVÊ TU ENCAMÊN BERBIÇAV DERNEKETIN

Têkildarî civîna çaralî ya wezîrên karên derve yên dewleta Tirk a dagirker, hikumeta Şamê, Îran û Rûsyayê, rojnameya El Ereb wiha nivîsand "Civîna çaralî ya girêdayî vegerandina têkiliyên Sûriye- Tirkiye tu encamên berbiçav bi bi xwe re neanîn. Beşdarên civînê têkildarî dozên girêdayî ewlehî û vegera penaberan li hev li ser domandina hemahengiyê kirin, lê behsa şertê Şamê yê vekişîna hêzên Tirk ji welat li beramberî normalîzekirinê nekirin. Wezîrên karên derve yên Rûsya, Sûriye, Tirkiye û Îranê teqez kirin ku dê welatên wan panbendî serdestiya Sûriyeyê û şerê li dijî tevahî şekl û awayên terorê bibin.

SÛRIYE DÊ ÇI JI EREBAN RE BÊJE?

Nivîskarê iraqê Farûq Yûsif li ser vegerandina Sûriyeyê li Komkara Erebî gotarek bi sernavê "Sûriye dê çi ji Ereban re bêje?" ji rojnameya Ereb re nivîsî. Di gotarê de tê gotin " Rast e ku vegera Sûriyeyê li Komkara Erebî rehetiyê ji krîza Sûriyê re tîne. Lê ev tişt bêyî avêtina gavên şênber nayê dîtin."

ŞER XERTÛMÊ HEJADN, 2 Û NÎV MÎLYON SÛDANÎ BI GEFA BIRÇÎBÛNÊ RE RÛ BI RÛ NE

Têkildarî şerê li Sûdanê jî rojnameya El Beyan wiha nivîsî: "Şahidan diyar kirin ku duh li paytexta Sûdan Xertûmê şerekî giran rû da êrişên hewayî hatin kirin. Li gorî bîlançoya Rêxistina Tenduritsiyê ya Cîhanê zêdetirî 600 kes hatin kuştin û 5 hezar jî birîndar bûn. Tê gotin ku hejmar ji wiha bi gelekî zêdetir be. Şahidan diyar kirin ku wan term li kolanan dîtin. Karê nexweşxenyê jî hatiye rawestandin, ji ber hilweşîna qanûn û sîstemê kiryarên talankirinê zêde bûn û êdî sotemenî û xwarin diqedin.

Her wiha ji ber şer aloziya mirovî girantir bûye û di encamê de zêdetirî 700 hezar kes koçber bûne. Dîsa jî 150 hezar kes penaberî welatên derdorê bûn. Li gorî Bernameya Xurekê ya Neteweyên Yekbûyî dibe ku di çend mehên bê de 2 û nîv mîlyon sûdanî bi birçîbûnê re rû bi rû bimîne. Bi vê yekê dê hejmara kesên ku ji ber tunebûna xwarinê bi birçînê re rû bi rû bimîne, bighêne 16 mîlyon kes."

DAN Û STANDINÊN LÎBYAYÎ- NY`YÊ JI BO HILBIJARTINAN Û YEKKIRINA ARTÊŞÊ

Der barê Lîbyayê de rojnameya Îtîhad El Îmarat wiha nivîsî "Nûnerê Neteweyên Yekbûyî yê li Lîbyayê Ebdullah Batîlî bi serokê meclisa serokatî ya welat Mihemed El Menfî re hewldanên pêkanîna hilbijartinan di sala 2023`yan, lihevkirina nîştimanî û yekkirina artêşê nîqaş kirin.

Li gorî daxuyaniya meclisa serokî, El Menfî pêwîstiya xwedîderketina li berpirsyariya nîştimanî di tavahî pêvajoya siyasî ya Lîbyayê destnîşan kir. Batîlî li ser hesabê xwe yê Twîtterê teqezî li ser domandina pêkanîna peywendiyan bi tevahî aliyên aktîf ên Lîbyayê re kir  da ku pêşketin di proseya siyasî de çêbibin û diyar kir ku milkiyeta nîştimanî kilîta çareseriyê ye.

Hefteya bê dê civîna Komîteya Leşkerî ya Hevbeş a Lîbyayê (5+5) li bajarê Sebhayê were lidarxistin. Çavkaniyekî leşkerî  li El Îtîhad re got, dosyaya derxistina çeteyan û leşkerên biyanî dê were nîqaşkirin."

(bb)