​​​​​​​700 hezar kes li hundirê Sûdanê koçber bûne

NY’yê da zanîn ku ji ber şerê li Sûdanê ku nîvê Nîsanê dest pê kir, 700 hezar kes li hundirê Sûdanê koçberî bajarên din bûne.

​​​​​​​700 hezar kes li hundirê Sûdanê koçber bûne
9 gulan, 2023   12:09
 NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê Rêxistina Koçberiyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) Paul Dillon ragihand ku ji dema destpêkirina şerê Sûdanê di 15`ê Nîsanê deî zêdetirî 700 hezar kes li nava welat koçber bûne.

Dillon anî ziman ku li gel berdewamkirina şerê artêşê û Hêzên Piştevaniya Lezgîn, hejmara koçberan hefteya borî zêdetir bûye.

Ajansa Reutersê jî ji Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê ragihand ku heta niha di encama şerê li Sûdanê de 604 kes hatine kuştin, zêdetirî 5 hezar kes jî birîndar bûne.

(c)