​​​​​​​Li Sîdayê leşkerekî Tirk hate kuştin

HPG’ê da zanîn ku artêşa Tirk a dagirker êrişên xwe yên li ser qadên gerîla didomîne û di encama bersivdana gerîla de li Sîdayê leşkerekî Tirk hatiye kuştin.

​​​​​​​Li Sîdayê leşkerekî Tirk hate kuştin
6 gulan, 2023   12:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî êrişên artêşa Tirk ên duh bi daxuyaniyeke nivîskî agahî dan. HPG’ê ev daxuyanî parve kirin:

“Di 5’ê Gulanê saet 11:10’an artêşa Tirk a dagirker li dijî Qada Berxwedanê ya Girê FM êrişek kir. Hêzên me di çarçoveya parastina cewherî de bersiv dan dagirkeran.

Di 5’ê Gulanê de hêzên dagirker dema ku êriş kirin û xwestin çepera me ya berxwedanê ya Sîdayê îmha bikin, hêzên me li wan dan û dagirkerek hate kuştin.

Di 5’ê Gulanê de Girê Şehîd Reşîd, Girê Zengil, Gundê Guzê û Gundê Filla ya Garê 15 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

Di 5’ê Gulanê Qadên Berxwedanê yên Girê Bahar, Girê Cûdî, Girê FM û Girê Amediyê û çeperên me yên berxwedanê yên Sîdayê 16 caran bi obus, tank û çekên giran hatin bombekirin.

Di van bombekirinan de tiştek bi hêzên me nehatiye.”