PDK’ê siyasetmedara bi nexweşiya giran binçav kir

PDK’ê siyasetmedara Kurd Azîme Arsû ku bi nexweşiya giran e li balafirxaneya Hewlêrê binçav kir.

PDK’ê siyasetmedara bi nexweşiya giran binçav kir
6 gulan, 2023   10:51
NAVENDA NÛÇEYAN

li gorî nûçeya Rojnews, siyasetmedara Kurd Azîme Arsû ya ku bi salan e ji bo gelê Kurd tê dikoşe, di 2’yê Gulanê de li balafirgeha Hewlêrê ji aliyê hêxên PDK’ê ve hat binçavkirin.

Hate gotin ku Arsû ya ji Şirnexê ku nexweşiya wê giran e, dema dixwest ji bo dermankirinê biçe derveyê welat ji aliyê hêzên PDK’ê ve hat binçavkirin.

Heya niha jî aqûbeta siyasetmedara Kurd Azîme nayê zanîn.