Kongreya Avê ya Bexdayê ya Sêyemîn dest pê kir

Kongreya Avê ya Navneteweyî ya Bexdayê ya Sêyemîn bi beşdarbûna nûnerên şandeyên dîplomatîk, rêxistinên navneteweyî, parlamenter û aliyên eleqedar dest pê kir. Kongre dê 2 rojan dewam bike.

Kongreya Avê ya Bexdayê ya Sêyemîn dest pê kir
6 gulan, 2023   09:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Li paytexta Iraqê Bexdayê, Kongreya Avê ya Navneteweyî ya Bexdayê ya Sêyemîn dest pê kir.

Kongre bi sponseriya serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî û bi beşdarbûna nûnerên şandeyên dîplomatîk, rêxistinên navneteweyî, parlamenter, aliyên eleqedar û parêzgerên parêzgehên başûr, Firata Navîn û herêma rojava tê lidarxistin û dê 2 rojan dewam bike.

Wezareta Çavkaniyên Avê ya Iraqê ragihandibû ku dê di kongreyê de gelek lêkolînên zanistî li ser sedemên kêmbûna avê û bandorên guhertinên avhewayî û rêbazên çareserkirinê werin nîşandan. Her wiha diyar kiribû ku di kongreyê de dê ev mijar werin şîrovekirin: “Av ji bo mirovahî û xwezayê, dîplomasiya avê û parastina ekolojiyê, diyarkirina siyaseta rêvebirina jêderên avê, vejandina ava Ahwar û Şet El Ereb û prastina wan ji qirêjê û hinek mijarên din werin nîqaşkirin.”

Dewleta Tirk ava çeman li ser Sûriye û Iraqê qut dike, ji ber vê yekê li her du welatan aloziyên kêmbûna avê heye.

Di dîmen û wêneyên ku hatin parvekirina ziwabûna çemê Dîcle li parêzgeha Mîsan a başûrê Iraqê diyar dibe. Sedemên vê yekê hişkesalî û Bendava Ilisû ya li Bakurê Kurdistanê ku dewleta Tirk li ser çem ava kiriye.

Ji zêdetirî 2 salan ve jî dewleta Tirk bi rêya Bendava Ataturk ava çemê Firatê li ser Sûriyeyê kêm kiriye. Ev yek bandorekê li jiyana bi milyonan mirovên li herêmê dike.

Dewleta Tirk di şerê xwe yê li dijî Iraq û Sûriyeyê de çeman bi kar tîne û ji derdora 5 salan ve para her du welatan a ava çemên Dîcle û Firatê ji sedî 60-70 didize.

(bb)