​​​​​​​Ji ber dorpêça hikumeta Şamê xebatên binesaziyê jî sekinîn

Şaredariya Gel a Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê hişyarî li ser rawestandina xebatên sererastkirina binesaziyên li her du taxan da û got ew yek gefan li aştiya giştî dixwe.

​​​​​​​Ji ber dorpêça hikumeta Şamê xebatên binesaziyê jî sekinîn
6 gulan, 2023   00:45
HELEB

Hikumeta Şamê 5 sal e taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê dorpêç kirine û her ku diçe girantir dike. Dorpêç li ser kantona Şehbayê jî giran kiriye.

Binesaziyên her du taxan ne baş bûn û di encama şerê 2016′an, erdhejên 6 û 20′ê Sibatê de zirareke mezin dît.

Bi girankirina dorpêçê re, xebatên sererastkirina binesaziyan bi temamî hatin rawestandin.

Têkildarî mijarê, ajansa me hevpeyvîn bi endamê Komîteya Aştiya Giştî ya Şaredariya Gel a taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Hisên Ehmed re çêkir. Ehmed got ji ber dorpêça hikumeta Şamê ya li ser her du taxan xebatên Şaredariya Gel hatin sekinandin.

Hisên Ehmed destnîşan kir ku gelek proje ji ber pêwîstiya bi madeyên guncaw ên sererastkirina binesaziyan hatine sekinandin; boriyên kanalîzasyonê, madeyên sereke mîna çîmento û hesin.

Bendên kontrolê yên hikumeta Şamê yên li têketin û derketinên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ji zêdetirî 20 rojan ve nahêlin madeyên serersatkirina kanalîzasyonê derbasî her du taxan bibin.

Ehmed hişyarî li ser herikîna ava kanalîzasyonan ber bi jêrzemînên avahiyan ve da û wiha got: "Di binesaziyan de tevliheviya avakirinê heye, bi taybet di torên kanalîzasyonan de. Ev av dibe ku biherike nava jêrzemînên avahiyan û bi xwe re birizîne û avahiyan daxe."

Ehmed got divê boriyên kanalîzasyonan bi boriyên werin guhartin û boriyên ava vexwarinê jî bi boriyên plastîk werin guhartin, ji ber ku yên kevn zingarî bûne.

Li ser bandora şer û karesatên xwezayî jî Ehmed got: "Şerê li herêmê û erdhejên 6 û 20′ê Nîsanê, gelek zirar bi binezasiyan kir, derizandin û av herikî jêrzemînan. Di vê dawiyê de ji ber herikîna avê li jêrzemînê, avahiyek li Şêxmeqsûdê hilweşiya. Ava kanalîzasyonan tevî çîmentoyê avahiyê bû, stûn û bingehê zirar dîtin, di encamê de avahî hilweşiya. Ji lew re divê ev pirsgirêk yekser werin çareserkirin."

Ehmed di dawiyê de bang kir ku dorpêçê bi dawî bikin û divê Komîteya Aştiya Giştî ya Şaredariya Gel a taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bi lezgînî destwerdanê bike, kavilan rake û avahiyan keşf bike.

(fr)

ANHA