​​​​​​​Dewleta Tirk hevserokê ESP'ê û 6 kesên din girtin

Di operasyona qirkirina siyasî ya li bajarên Tirkiyeyê yên Stenbol û Eskîşehîrê de tevî hevserokê ESP'ê Şahîn Tûmûklû, namzetê parlementeriyê yê Partiya Çepên Kesk Muslum Koyûn û edîtora ajansa ETHA'yê Nadiye Gurbuz, 7 kes hatin destgîrkirin.

​​​​​​​Dewleta Tirk hevserokê ESP'ê û 6 kesên din girtin
4 gulan, 2023   09:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Dewleta Tirk zextên li ser Tifaqa Ked û Azadiyê zêdetir dike. Polîsên dewleta Tirk a dagirker bi ser malên namzetên parlementeriyê yên Partiya Çepên Kesk dedigirin û destgîr dikin.

Di 30’ê Nîsanê de polîsan girtin ser mala namzeta Stenbolê Bûrcû Akyildiz, yê Eskîşehîrê Muslum Koyûn, namzeta Îzmîrê Meryem Yildirim, hevserokê giştî yê Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) ya pêkhateyeke Tifaqa Ked û Azadiyê Şahîn Tûmûklû, nûçegihana ETHA’yê Nadiye Gurbuz û malên endamên Meclîsên Jinên Sosyalîst (SKM) û Federasyona Komeleyên Ciwanan a Sosyalîst (SGDF). Di van serdegirtinan de 23 kes hatin destgîrkirin.

Kesên hatibûn destgîrkirin duh sewqî Edliyeya Stenbol û Eskîşehîrê hatin kirin. Ji ber daxuyaniyên çapemeniyê, xebatên siyasî û ji ber ku bertek nîşanî qetlîama bi çekên kîmyewî ya li ser gerîlayên HPG'ê daye, li Stenbolê gelek kes hatibûn destgîrkirin.

Dadgeriay Tirk biryar da ku hevserokê ESP'ê Şahîn Tûmûklû, edîtora ETHA'yê Nadiye Gurbuz û Kalender Polat, Sînem Çelebî, Adnan Ozcan, Selvînaz Goçmez bên girtin.

Li bajarê Eskîşehîrê jî namzetê parlementeriyê yê Partiya Çepên Kesk ê Eskîşehîrê Muslum Koyûn hate girtin.

Kesên din jî bi kontrola edlî û bi şertê girtîbûna li malê serbest hatin berdan.

Kesên din jî bi şertê kontrola edlî û hepsa malê hatin berdan.