​​​​​​​Ebdulkerîm Omer bi şaredara Osloyê re civiya

Nûnerê Rêveberiya Xweser ê Ewropayê Ebdulkerîm Omer bi şaredara paytexta Norwecê Osloyê re civiya.

​​​​​​​Ebdulkerîm Omer bi şaredara Osloyê re civiya
4 gulan, 2023   08:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Nûnerê Rêveberiya Xweser ê Ewropa Ebdulkerîm Omer duh bi şaredara Osloyê Mariana Burgen re civiya.

Li gorî malpera fermî ya Daîreya Têkiliyên Derve ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê civîn li nivîsgeha şaredarê ya avahiya Şaredariya Osloyê hate lidarxistin. Ebdulkerîm Omer tecrubeya Rêveberiya Xweser, sazûmaniya wê ya rêxistinî û rêbaza birêvebirina kar û barên welatiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şîrove kirin.

Her du aliyan astengiyên Ii pêşberî Rêveberiya Xweser tevî şerê dirêj ê li welat ku hemû beşên xizmetguzariyê zirareke mezin jê dît, nîqaş kirin.

Omer got ruxmî derfetên kêm bajarokên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kedên mezin ji bo başkirin û pêşxistina saktora xizmetguzariyê didin, lê hin astengiyên mezin hene.

Omer diyar kir ku pêdivî bi danîna çareyên mayînde heye û got pêdiviya vê yekê jî bi ked û hevkariyê heye û divê destek ji bo hemû sektorên xizmetguzarî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê werin dayîn.

Her wiha şaredara Osloyê Mariana Burgen anî ziman ku ew astengiyên li hember Rêveberiya Xweser, şerê li welat û bandorên wê yên li ser hemû aliyan dizanin.

Mariana Burgen destnîşan kir ku ew amade ne têkiliyan deynin û hevkariyê bikin, her wiha spasiya kedên Rêveberiya Xweser ên têkoşîna li dijî terorê, hewldana wê ya pêkanîna îstîqrarê û girîngiya wê ya pêşketina saktora ximzetguzarî û piştgiriya dozên jîngehê kir.

(fr)