‘Tevgerên sîyasî piştgirî da beyannameya Rêveberiya Xweser’

Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Yasir Silêman diyar kir ku bendên beyannameya Rêveberiya Xweser bi eleqeyeke erênî ji aliyê tevgerên siyasî yên sûriyayî ve hat pêşwazîkirin, lê hikumeta Şamê heta niha tu bersiv nedaye.

‘Tevgerên sîyasî piştgirî da beyannameya Rêveberiya Xweser’
4 gulan, 2023   07:50
REQA - EHMED ESAF

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 18ʹê Nîsanê beyannameya çareserkirina aloziya Sûriyeyê pêşkêş kiribû.

Beyanname ji 9 bendan pêk tê û teqeziyê li ser mîsogerkirina mafên tevahî pêkhateyên gelê Sûriyeyê, bidawîkirina dagirkeriya Tirk û domandina têkoşîna li dijî terorê dike. Her wiha banga vegera koçberan, pêkanîna edaleta civakî û belavkirina çavkaniyên Sûriyeyê li tevahî pêkhateyan dike.

Têkildarî peyam û pêşniyarên der barê beyannameyê de cîgirê Hevserokatiya Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Yasir Silêman ji ANHAʹyê re axivî.

Yasir Silêman diyar kir ku hêz û aliyên demokrat û hin hêzên ku destwerdanê li aloziya Sûriyeyê dikin eleqeyeke erênî nîşanî beyannameyê da.

Silêman îşaret bi helwesta hikumeta Şamê jî kir û got: "Heta tu peyman an jî bersiv heke qebûlkirin be yan jî redkirin be, negihaştiye Rêveberiya Xweser. Lê partiyên siyasî yên sûriyeyî, kesayetên siyasî û rewşenbîran piştgirî da beyannameyê."

Yasir Silêman diyar kir ku Rêveberiya Xweser ji bo çareserkirina aloziya Sûriyeyê bi rêya vê beyannameyê çalakî û tevgerên xwe yên dîplomatîk ên li hundir û derve  zêdetir kirine da ku xwe bigihîne aliyên herêmî û navneteweyî.

(bb)

ANHA