Ji bo namzetên jin ên Partiya Çepên Kesk meşa piştgiriyê

Bi dehan jinên kantona Hesekê meşek ji bo piştgiriya namzetên jin ên Partiya Çepên Kesk li dar xist.

Ji bo namzetên jin ên Partiya Çepên Kesk meşa piştgiriyê
Ji bo namzetên jin ên Partiya Çepên Kesk meşa piştgiriyê
Ji bo namzetên jin ên Partiya Çepên Kesk meşa piştgiriyê
Ji bo namzetên jin ên Partiya Çepên Kesk meşa piştgiriyê
Ji bo namzetên jin ên Partiya Çepên Kesk meşa piştgiriyê
Ji bo namzetên jin ên Partiya Çepên Kesk meşa piştgiriyê
3 gulan, 2023   11:54
HESEKÊ

Ji bo destek û piştgiriya jinan di hilbijartinên Tirkiyeyê de yên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê, jin li Qada Azadî ya Şedadê ya Hesekê kom bûn û meşek li dar xist.

Beşdaran berê xwe da qada giştî ya li naverasta navçeyê û pankartên "Qirkirina siyasî sûc e, dengê xwe bidin jinan", alên Kongra Star û wêneyên Rêber Abdullah Ocalan hildan.

Li qadê, endama Kongra Star a Hesekê Fatme El Elî axivî û got: "Ji bo destek û piştgiriya jinên beşdarî hilbijartinên li Bakurê Kurdistanê bûne, me ev meş li dar xist."

Fatme bang li tevahî jinên li Tirkiyeyê kir ku dengê xwe bidin parlamenterên jin ku li hember rewşên zehmet û zextan disekinin.

Li ser destek û piştgiriya jinên beşdarî hilbijartinên li Tirkiyeyê bûne, Fatme wiha dawî li gotina xwe anî: "Em jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku bi saya fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan azad bûne, piştgiriya xwe ji jinên li Bakurê Kurdistanê re nîşan didin ku bigihînin azadiya xwe û di dewleteke demokratîk de bijîn."

(fr)

ANHA