​​​​​​​Ji Ferhad Merdê helbestek ji bo piştgiriya Partiya Çepên Kesk

Helbestvan Ferhad Merdê bang li gelê Kurd ê li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê kir ku di hilbijartinên 14′ê Gulanê de dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk.

​​​​​​​Ji Ferhad Merdê helbestek ji bo piştgiriya Partiya Çepên Kesk
3 gulan, 2023   11:40
HESEKÊ-BASIL REŞÎD

Tê payîn di 14′ê Gulanê de hilbijartinên serokkariyê û parlamentoyê li Tirkiyeyê li dar bikevin. Di van hilbijartinên çarenûsî de gelek partiyên siyasî hene. Partiya Çepên Kesk jî yek ji wan e ku xwedî fikrên demokratîk û piştgiriya girseyî ya gelê Kurd ê li Bakurê Kurdistanê ye.

Ji bo piştgiriya Partiya Çepên Kesk, helbestvan Ferhad Merdê helbestek bi navê ′Dengê xwe bidin xwe′ nivîsand û tê de bal kişand ser pêwîstiya dengayîna ji Partiya Çepên Kesk re.

Merdê ji ajansa me re li ser helbesta xwe wiha got: "Piştî min coşa mezin û pêşwazîkirina şêniyan li ser dengdana ji Partiya Çepên Kesk re li ser medyayê dît, min ev helbest nivîsand."

Merdê wiha domand: "Min xwest silavên xwe ji gelê me yê li bajarên Bakurê Kurdistanê; Amed, Mêrdîn, Riha, Serhed, Batman, Gabar, Colemêrg û li her cihî re bişînim. Helbesta min ji bo dengayîna ji Partiya Çepên Kesk re destek e."

Ferhad Merdê di dawiyê de bang li gelê Kurd ê li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê kir ku berê xwe bidin ser sendoqan û dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk.

Klîba helbestê ji aliyê Koma Serdem ve hatiye çêkirin.

https://www.youtube.com/watch?v=dNVhd054SzY

(fr)

ANHA