​​​​​​​Yekitiya Ragihandina Azad êrişên li ser rojnamevanan şermezar kirin

Yekitiya Ragihandina Azad bi wesîleya Roja Azadiya Rojnamegeriyê ya Cîhanê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî rojnamevanan şermezar kirin û bang li saziyên têkildar kir ku erkên xwe yên têkildarî azadiya çapemeniyê bînin cih.

​​​​​​​Yekitiya Ragihandina Azad êrişên li ser rojnamevanan şermezar kirin
3 gulan, 2023   11:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Yekitiya Ragihandina Azad (YRA) bi boneya 3`yê Gulanê Roja Azadiya Rojnamegeriyê ya Cîhanê li pêşiya Komîseriya Kar û Barên Penabaran a Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li Qamişloyê daxuyaniyek da.

Daxuyanî ji aliyê rojnamevan Raperîn Elî û endamê Desteya Rêveber a YRA`yê Hesen Zaza ve bi kurdî û erebî hat xwendin.

Di daxuyaniyê de îşaret bi dîrok û girîngiya 3`yê Gulanê hat kirin û hat diyarkirin ku NY bi vê boneyê rewşa rojnamgeriyê li seranserî cîhanê dinirxîne û rewşên rojnamevanên rastî tundî û girtinê tên, bi bîr tîne.

Di dewama daxuyaniyê de îşaret bi zext û binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî rojnamevanan û azadiya çapameniyê hat kirin.

Di daxuyaniyê de cih dan rapora Rêxistina Nûçegihanên Sînornenas ya têkildarî wê yekê û wiha dom kir: “Li gorî raporê, dewleta Tirk di aliyê azadiya ragihandinê de ji 180 welatan di rêza 165’an de ye. Salek berî wê jî di rêza 149’an de bû. Ev jî vê yekê nîşan dide; desthilata AKP’ê li ser azadiya raman û mafê mirovan xetereyeke mezin ava dike.”

Hat diyarkirin ku bi nêzîkbûna hilbijartinên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê re dewleta Tirk binpêkirin û sûcên li dijî ragihandina azad zêdetir kirine û wiha hat gotin: “Desthilata AKP’ê bi vê yekê hêvî dike bandorê li encamên hilbijartinan bikin û qezencan ji desthilata xwe re bi dest bixin.”

ŞEHÎD ÎSAM EBDULLAH BI BÎR ANÎN

Di dewama daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî rojnamevanên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî dewam dikin û şehadeta nûçegihanê ajansa me ANHA’yê Îsam Ebdullah û birîndarbûna hin rojnamevanên din hate bibîrxistin.

Zext û tundiya li dijî rojnamevanan hat şermezarkirin û piştevanî bi hemû rojnamevan, çalakvan û hiqûqnasên ji aliyê dewleta Tirk ve hatine girtin, hat nîşandan.

Her wiha bang li Neteweyên Yekbûyî û sazî û dezgehên têkildar ên cîhanê hat kirin ku li gorî peyman û pîvanan tev bigerin û zextê li dewleta Tirk bikin da ku di zûtirîn demê de rojnamevanên girtî serbest berde.

(c)

ANHA