Beriya ku bigihêje bavê xwe yê nexweş hat revandin

MÎT`ê û çeteyên Polîsên Leşkerî welatiyekî ji şêniyên gundê Çiyê yê girêdayî navçeya Raco ya Efrînê dema ku ji Helebê vedigeriya gundê xwe, revand.

Beriya ku bigihêje bavê xwe yê nexweş hat revandin
3 gulan, 2023   09:05
 ŞEHBA

Li gorî agahiyên ji çavkaniyan hatine wergirtin, îstixbarata dewleta Tirk a dagirker û çeteyên ‘Polîsên Leşkerî’ welatiyê bi navê Ehmed Resûd Gulîn (35) ê ji gundê Çiyê yê girêdayî navçeya Raco ya Efrînê di 15`ê Nîsanê de revandiye.

Ehmed Resûd Gulîn ji bo ku li bavê xwe yê nexweş binihêre ji Helebê vedigeriya Efrînê û di rê de hat revandin.

Hate zanîn ku dayika Ehmed Gulîn wefat kiriye û piştî ku ew jî hat revandin, niha kes nemaye li bavê wî binihêre.

Ehmed di bazirganiya zeytê de kar dikir û li Helebê dikana wî hebû.

(c)

ANHA