Rêxistina Sara xwest têkildarî qetilkirina jineke ciwan lêpirsîn were vekirin

Rêxistina Sara qetilkirina jinek ciwan li Til Hemîsê şermezar kir û bang li aliyên têkildar kir ku dest bi lêpirsînkirina vê sûcî bikin û sûcdaran ceza bikin.

Rêxistina Sara xwest têkildarî qetilkirina jineke ciwan lêpirsîn were vekirin
30 nîsan, 2023   10:05
 QAMIŞLO

Rêxistina Sara ya Têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan têkildarî mijarê daxuyaniyek da.

Li gorî daxuyaniyê, jina ciwan Nûra Silêman Îbrahîm (sala 2004`an hatiye dinê) di 24`ê Nîsanê de ji aliyê mêrê ku pê re zewicî bû “Wedah Ehmed Îbrahîm” ê ji şêniyên Til Hemîsê hat qetilkirin.

Daxuyanî li pêşiya avahiya Kongra Star a li Til Hemîsê ji aliyê endama rêveberiya Rêxistina Sara Reşa Derwêş ve hat xwendin, bi dehan endmên saziyên sivîl û Rêxistina Sara beşdarî dayîna daxuyaniyê bûn. Pankertên mîna “Jin jiyane, jiyanê nekujin” hatin bilindkirin.

Di daxuyaniyê de qetilkirina Nûra hat şermezarkirin û hat gotin: “Hê jî zihniyeta desthilatdar û baviksalar sûcên hovane û tundiya li djiî jinan dewam dikin. Ev sûc xeteriyê li ser tevahî civakê çêdikin.”

Di dewama daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku jina hatî qetilkirin dayika zarokeke 3 salî ye û sûcê qetilkirina wê wekî sûcekî li dijî mirovahiyê hat hesibandin.

Bang li aliyên hiqûqî û yên têkildar hat kirin ku der barê vê sûcî de bi lez lêpirsînê bidin destpêkirin û her kesê destê xwe di vê sûcî de heye ceza bikin.

(c)

ANHA