Êrişên beriya hilbijartinan didomin: Gelek kesên din hatin binçavkirin

Êrişên AKP-MHP’ê yên beriya hilbijartinan bê navber dewam dikin. Gelek rêveber û endamên ESP, SGDF, SKM û ETHAʹê hatin destgîrkirin.

Êrişên beriya hilbijartinan didomin: Gelek kesên din hatin binçavkirin
30 nîsan, 2023   07:34
NAVENDa NÛÇEYAN

Li Bakurê Kurdistasnê û Tirkiyeyê êrişên AKP-MHP’ê yên beriya hilbijartinan bê navber dewam dikin.

Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê li dijî Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) û Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) lêpirsîn da destpêkirin. Di çarçoveya lêpirsînê de li 8 bajaran polîsan avêt ser malan. Di serdegirtinên malan de gelek rêveber û endamên ESP, SGDF, Meclisên Jinan ên Sosyalîst (SKM), Ajansa Nûçeyan a Ethayê (ETHA) hatin destgîrkirin.

Hevserokê Giştî yê ESP’ê Şahîn Tumuklu, edîtora ETHA’yê Nadiye Gurbuz û namzetên Partiya Çepên Kesk jî hatin destgîrkirin.

Buroya Hiqûqê ya Bindestan li ser hesabê xwe yê Twitterê destgîrkirina rêveber û endamên ESP, SKM, SGDF û ETHA’yê ragihand û diyar kir ku biryara veşarî danîne ser dosyeyê û dê parêzer 24 saetan nikaribin hevdîtinê li gel miwekîlên xwe bikin.

Navên kesên hatin destgîrkirin wiha ne: Hevserokê Giştî yê ESP’ê Şahîn Tumuklu, edîtora ETHA’yê Nadiye Namoglû Gurbuz, endamê Meclisa Partiyê ya ESP’ê Ûgûr Ok, Namzeta Parlamenteriyê ya Partiya Çepên Kesk a Stenbolê Bûrcû Ayyildiz, Namzeta Parlamenteriyê ya Partiya Çepên Kesk a Îzmîrê Meryem Yildirim, Namzetê Parlamenteriyê yê Partiya Çepên Kesk ê Eskîşehîrê Muslum Koyûn, rojnamevan Serdal Işik, her wiha Leyla Can, Sadrettîn Polat, Selfînaz Goçmen, Hasan Polat, Sînem Çelebî, Kalender Polat, Merve Havali, Bedran Çogaltay, Adnan Ozcan, Ebrar Uz, F. Denîz Kanpolat, Tuncay Yildirim Ozen.