Sibê hejmarek rojnamevan tên xelatkirin

Bi minasebeta salvegera 125`an a Roja Rojnamegeriya Kurdî sibê Xelata Kedê ya Şehîd Mazlûm Bagok û xelatên Pêşbirka Şehîd Îsam Ebdullah ji aliyê YRA`yê ve tên belavkirin.

Sibê hejmarek rojnamevan tên xelatkirin
26 nîsan, 2023   10:31
QAMIŞLO-SOLÎN EHMÊ

Xelata Kedê ya Şehîd Mazlûm Bagok her sal ji aliyê Yekîtiya Ragihandina Azad (YRA) di salvegera Roja Rojnamegeriya Kudrî (22`ê Nîsanê) de tê belavkirin. Di 22`ê Nîsana 1898`an de yekem rojnameyan kurdî bi navê “Kurdistan” ji aliyê Mîr Mîqdad Midhet Bedirxan ve li paytexta Misir Qahîreyê hatibû derxistin.

Li gorî endama Desteya Rêveber a YRA`yê Canê Xemgîn, îsal ji ber betlaneya Cejna Remezanê belavkirina xelatan heta 27`ê Nîsanê hat taloqkirin.

XELATÊN KED Û WÊREKIYÊ

Li kêleka xelatên Pêşbirka Şehîd Îsam Ebdullah, dê îsal 4 Xelatên Wêrekiyê ji bo rojnamevanên ku bê dudilî beşdarî şer û operasyonan bûne û 8 Xelatê Kedê yên Şehîd Mazlûm Bagok bên dayîn.

Canê Xemgîn destnîşan kir ku xelatkirina rojnamevanan wek piştgiriyeke manewî ye ji bo rojnamevanên ku rastiyên li Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê vediguhêzin û yên ku di salên şoreşê de rolek girîng lîstin.

XELATÊN PÊŞBIRKA ŞEHÎD ÎSAM EBDULLAH

Ji bo bîranîna nûçegihanê ajansa me şehîd Îsam Ebdullah ku şeva 19`ê Mijdarê (2022) di êrişa dewleta Tirk a dagirker a li dijî navçeya Dêrikê de şehîd bibû, navê şehîd Îsam li pêşbirkê hatiye kirin û dê xelatên pêşbirkê jî di pîrozbahiyê de bên belavkirin.

9 xelatên pêşbirkê yên ku werin belavkirin dê wiha bin; wêneya herî baş, belgefîlmê herî baş, rapora jin a herî baş, nûçeya kurdisatnî ya herî baş, radyo, ragihandina malperên medya dijîtal, rapora bi dîmen, rapora bi zimanê erebî, bernameya herî baş.

Berhemên beşdarên pêşbirkê ji 20`ê Adarê de heta 10`ê Nîsanê hatin pêşwazîkirin û ji aliyê komîteya ji hejmareke rojnamevanên pispor ve hatin nirxandin.

ŞERT Û MERC

Komîteya amadekar a çalakiyê ji bo beşdarbûna pêşbirkê hin şert û merc diyar kiribûn, yên sereke ev in; divê beşdar endamê YRA`yê yan saziyeke çapemeniyê be, beşdar dikare tenê di kategoriyekê de beşdar bibe, dikare berhemê tîmekê jî bê beşdarkirin mîna belgefîlman, divê berhem bi zimanê orjînal be û nehatibe wergerkirin, divê berhemê beşdarî pêşbirkê hatî kirin berê beşdarî tu pêşbirkan nebûbe.

Tê payîn ku pîrozbahiya belavkirina xelatan sibê saet di 19:00`an êvarê de li Xwaringeha Mêrîland a li bajarê Qamişlo bê lidarxistin.

(c)

ANHA