Encamnameya konferansa TAJÊ eşkere bû

Encamnameya Konferansa Jinê ya li Şengalê hate eşkerekirin. Hate diyarkirin ku jin dê li ber her cure tundî û desthilatdariyê rabin û têkoşîna azadiyê mezin bikin.

Encamnameya konferansa TAJÊ eşkere bû
24 nîsan, 2023   11:26
NAVENDA NÛÇEYAN 

Encamnameya Konferansa Jinê ya li Şengalê hate eşkerekirin ku bi dirûşma "Bi Jin, Jiyan, Azadî ber bi Şoreşa Jinê ve' bi pêşengiya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) hate lidarxistin.

Konferans duh bi beşdariya 350 delege û beşdarên êzidî û Ereb hate lidarxistin. Encamnameya konferansê bi vî rengî ye:

"Me wek TAJÊ di 23’yê Nîsanê de bi beşdariya zêdetirî 350 delegeyan konferansa xwe ya bi mijara 'Bi Jin Jiyan Azadî ber bi Şoreşa Jinê ve’ lidar xist. Mêvanên ji Bexda, Başûrê Kurdistanê û Almanyayê jî tê de amade bûn. Mêvanên ku wê ji Rûsya û Rojava beşdarî Konferansa me bibûna ji aliyê Hikumeta Iraqê ve hatin astengkirin. Dîsa beşdarên ku xwestin tevlî Konferansa me bibin lê derfet nedîtin ku beşdar bibin; jinên Êzidî yên ji Ermenistanê, siyasetmedara Êzidî Feleknaz Ûca, ji Lubnanê ji Înîsiyatîfa Nû ya Azadî Ji Bo Ocalan parêzer Sosin Şoman, ji Rûsyayê jinên Êzidî û Yekîtiya Jinên Êzidî ya Rojava bi dîmen beşdarbûna xwe pêk anîn. Endama Konseya Serokatî ya Giştî ya KCK’ê Sozdar Avesta jî bi peyameke bi dîmen tevlî konferansê bû û ji bo azadkirin û rêxistinkirina jinên Êzidî girîngiya fikir û felsefeya Rêber APO anî ziman. Di nav semînerên hatin dayîn de gelek peyamên girîng derketin pêş. Herî zêde jî bi fikir û felsefeya Rêber APO israra jina Êzidî di azadiyê de hat nîqaşkirin. Têkoşîna Rêber APO ya di azadkirina jinê de îro êdî di şexsê jinên Êzidî de jî encamên şênber digire.

Di semînerê de nêrîn hatin dayîn. Mijarên herî balkêş jî di dîroka Êzidiyan de pêşengtî û qehremaniya jina Êzidî bû ku çanda berxwedanê ava kir. Hate diyar kirin ku îro bi felsefeya Jin Jiyan Azadî îfadeya xwe dibîne û enceq jina Êzidî bi vê felsefeyê dikare tola 74 fermanan hilîne.

Di heman demê de mijara ku jinên Êzidî jî ji bo şikandina tecrîda li ser Rêber APO xwe berpirsiyar dibînin derket pêş. Dîsa biryardariya ji bo lidarxistina çalakiyên azadkirina fizîkî ya Rêber APO têkoşîn bide û kar bike hate nîşandan. Biryara kongreya TAJÊ ya 2. a ‘Ji bo fikir û felsefa Rêber APO bê fêmkirin kar bê kirin, êrişên li hember Rêber APO wek êrişen li hemberî xwe bibîne û helwestê nîşan bide’ derkete pêş. Pêşkêşiya Jineolojî weke zanista jinê di konferansê de mijareke ku bal li ser hat kişandin bû. Heman demê di konferansê de jinan bal kişandin li ser girîngiya rêxistin kirina jinên ciwan, xweparastinê ya jin û destketiyên şoreşa jin li Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

Tevlîbûna jinên Kurd, Ereb, Mesîhî û Êzidî ya konferansê careke din nîşan da ku jin ji kîjan netewe, ol û baweriyê bin jî dikarin di fikir û felsefeya Rêber APO de bigihîjin hevdû û têkoşîna azadiya jinê bidin meşandin. Jinên ku li derdora dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ kom bûn dan diyarkirin ku wê li dijî her cure ne wekhevî, tundî, êriş û desthilatdariyê heta dawiyê li ber xwe bidin û têkoşîna azadiya jinê mezin bikin."