WHO: Li Sûdanê heta niha 413 kes hatine kuştin

Berdevka WHO`yê Margaret Harris ragihand ku ji ber şerê di navbera artêşa Sûdanê û Hêzên Piştevaniya Lezgîn de 413 kes hatine kuştin, 3 hezar û 551 kes jî birîndar bûne.

WHO: Li Sûdanê heta niha 413 kes hatine kuştin
21 nîsan, 2023   11:59

Berdevka Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) Margaret Harris ji rojnamevanan re axivî û destnîşan kir ku hejmara qurbaniyên şerê Sûdanê zêdetir dibe û ev agahî parve kirin: “Li gorî WHO`yê, heta niha 413 kes hatine kuştin, 3 hezar û 551 kes jî birîndar bûne.”

Vê sibehê fermandariya Hêzên Piştevaniya Lezgîn qebûl kir ku heta 72 saetan agribest bê ragihandin û îro ji saet 06:00`ê sibehê de bikeve meriyetê.

Armanc ji agirbestê ew e ku korîdorên mirovî ji bo derxistina sivîlan bên vekirin.

(c)