​​​​​​​Kongreya Îslama Demokratîk: Meclisa Îslamî ya Sûriyeyî di destê çeteyan de bûye amûr

Kongreya Îslama Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xebatên Meclisa Îslamî ya Sûriyeyî, şermezar kirin û destnîşan kir ku ew di destê komên çeteyan de bûye amûr ku kuştina mislimanan helal dike.

​​​​​​​Kongreya Îslama Demokratîk: Meclisa Îslamî ya Sûriyeyî di destê çeteyan de bûye amûr
16 nîsan, 2023   15:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Kongreya Îslama Demokratîk der barê çûyîna şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya hecê, daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Kongreya Îslama Demokratîk ji çend salan ve hewl didin ku bawermendên ku hec li wan dikeve bi koordîneya Erebistana Siûdî bişînin hecê, lê belê ji ber tunebûna têkiliyên siyasî di navbera Erebistana Siûdî û hikumeta Sûriyeyê de ew yek pêk nehat.

Her wiha di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Ji ber wê jî tu rê li pêşiya gelê Sûriyeyê ji bilî ku bi rêya opozîsyona Sûriyeyê derkevin neman, ku desteya Ewqafan a opozîsyonê jî li dijî gelên herêmê û Kurdan bi taybetî fetwe derdixistin, ku wan Kurd wek kafir nîşan da û talankirina mal û milkên wan helal kir.”

Di dawiya daxuyaniyê de wiha hate destnîşankirin "Bila her kes bizane ku Kongreya Îslama Demokratîk tu carî ji kiryarên hovane re yên ku hêzên Îslamî li gor fetweyên Meclisa Îslama Sûriyeyî pêk tînin, nabe sîwan. Her wiha ferza hecê jî li gelê ku di şer de ye nakeve."

(mh/şx)