Li Hezexê zarokek jî di nav de 4 kes hatin destgîrkirin

Li navçeya Hezex a Şirnexê di serdegirtina malan ku ji aliyê polîsên Tirk ve hat kirin de zarokek jî di nav de 4 kes hatin destgîrkirin.

Li Hezexê zarokek jî di nav de 4 kes hatin destgîrkirin
16 nîsan, 2023   10:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Li Taxa Turgut Ozalê di saetên sibehê de bi awayekî hemwext serdegirtin pêk hat.

Polîsan bi ser gelek malan de girt û Yusif Duman, Rojhat Karaviş û Harûn Yagan û zarokê bi navê Bedirxan Balat (16) destgîr kirin.

Sedema destgîrkirinê nehate eşkerekirin, hat ragihandin ku dibe ku hejmara kesên bên destgîrkirin zêde bibe.