Li Quneytîrayê efserekî hikumeta Şamê hat kuştin

Li Quneytîrayê li dijî baregeheke îstîxbaratên leşkerî ya hikumeta Şamê êriş pêk hat. Di encamê de efserê baregehê hat kuştin û 4 endamên din ên baregehê jî birîndar bûn.

Li Quneytîrayê efserekî hikumeta Şamê hat kuştin
16 nîsan, 2023   08:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), çekdarên nenas êrişî baregeha îstîxbaratên leşkerî ya hêzên hikumeta Şamê ya li ser rêya Mişêrfê-Resim El Xewalid a gundewarê parêzgeha Quneytrayê kir.

SOHR, ragihand ku çekdaran di êrişê de çekên giran û topên RPG bi kar anîn û di encamê de efserê baregehê hat kuştin û 4 endamên din birîndar bûn.

14ʹê vê Nîsanê jî berpirsê beşê lêkolînan a baregeha ewlehiya dewletê ya hêzên hikumeta Şamê  li bajarê Newa yê Derayê ji aliyê çekdarên nenas ve hat kuştin.

) bb)