HPG: Qadên berxwedanê 24 caran hatin bombe kirin

HPGʹê bi daxuyaniyekê ragihand ku artêşa Tirk a dagirker ji bejahî û hewayî ve 24 caran bombe li Herêmên Parastinê yên Medyayê barand.

HPG: Qadên berxwedanê 24 caran hatin bombe kirin
16 nîsan, 2023   10:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kir ku 15'ê Nîsanê quntara Xêrê ya Garê û derdora gundê Yekmalê 3 caran bi balafirên şer hatine bombekirin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "14, 15 û 16'ê Nîsanê qadên berxwedanê yên Girê Bahar, Girê Cûdî û Girê FM'ê 21 caran bi helîkopterên êrişê, obus û çekên giran hatin bombekirin. "