Li Sûdanê 56 kes hatin kuştin û 600 jî birîndar bûn

Komîteya Bijîşkên Sûdanê ragihand ku ji ber şerê di navbera artêşa Sûdan û Hêzên Piştgiriya Lezgîn de 56 welatî hatin kuştin û 600 birîndar bûn.

Li Sûdanê 56 kes hatin kuştin û 600 jî birîndar bûn
16 nîsan, 2023   08:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Li paytexta Sûdan Xertûmê, heta saetên vê sibehê ve şerê di navbera artêşa Sûdanê ya bi serkêşiya Ebdulfetah El Burhan û Hêzên Piştgiriya Lezgîn ên bi serkêşiya Mihemed Hemdan Deqlo (Hemîdîtî) de dewam kir.

Li gorî Komîteya Bijîşkên Sûdanê, ji ber şer heta niha 56 welatî hatin kuştin û 600 kes jî birîndar bûn. Komîteyê diyar kir ku di nav birîndaran de endamên hêzên ewlekariyê hene û ji ber şer hejmareke mezin ranekirin nexweşxaneyan.

Fermandarê Hêzên Piştevaniya Lezgîn Deqlo (Hemîdîtî) got, heta ku hêzên wî tevahî nuqteyên artêşê kontrol neke, wê nesekine û dê bidawîbûna şer nayê diyarkirin.

Duh, Hemîdîtî ji Skya News Arabia re got ew ê şer bidomîne heta ku El Burhan teslîm dibe. Her wiha destnîşan kir ku, dê hêzên wî di navbera çend rojan de El Burhan bigire.

El Burhan jî got, saet di 9′ê sibehê de hêzên Hemîdîtî navenda  fermandariyê dorpêç kir û anî ziman ku hêzên Hemîdîtî serkêşiya milîsan dike ku desteka xwe ji derve digirin.

(fr)