Piştî peymana Pekînê li Yemenê pêşketinên lezgîn

Ji destpêka ragihandina vegera têkiliyên diplomatîk ên Erebistana Siûdî û Îranê ve ku meha borî li Pekînê hatibû îmzekirin, li Yemenê pêşketinên bilez rû didin.

Piştî peymana Pekînê li Yemenê pêşketinên lezgîn
14 nîsan, 2023   06:17
QAHÎRE- MUHSIN EL MESRÎ

Piştî çend rojan ji peymana Erebistana Siûdî- Îranê, Hûsiyan ku desteka xwe ji Îranê digirin û hikumeta Yemenê ya ku desteka xwe ji Erebistana Siûdî digire, ragihand ku di encama dan û standinan de gihaştin lihevkirina pevguhertina zêdetirî 880 dîlgirtiyan.

Berpirsekî yemenî diyar kir ku pevguhertina dîlgirtiyan dê roja pêncşemê 13ʹê Nîsanê dest pê bike û dê 3 rojan dewam bike. Her wiha ragihand ku li gorî lihevkirinê, dê seferên hewayî di navbera Sena û deverên din ên Yemenê û Riyadê de bêne vekirin.

DAN Û STANDINÊN RASTERAST

Êvara roja Şemiyê (9ʹê Nîsanê) şandeyeke Uman û Erebistana Siûdî bi serokê meclisa siyasî ya bilind a Hûsiyan Mihdî El Meşat re li paytexta Yemenê Sanayê re civiya. Armanc ji vê civînê ew e ku agirbesteke mayînde li Yemenê pêk were û şerê ji sala 2015ʹan ve were bidawîkirin.

Li gorî Reutersê, di hevdîtina Erebistana Siûdî û Hûsiyan de vekirina tevahî benderên di bin kontrola Hûsiyan de, vekirina balafirgeha Senayê, dayîna mûçeyên karmendên hikumetê ji dahatên petrolê hatin nîqaşkirin, her wiha xebatên jinûve avakirinê û diyarkirina demekê ji bo derketina hêzên biyanî ji welat hatin gotûbêjkirin.

Nûnerê Neteweyên Yekbûyî yê Yemenê piştgirî da dan û standinên rasterst ên di navbera Erebisana Siûdî û Senayê de.

Li gorî çavdêran, bi nêzîkbûna di navbera Erebistana Siûdî û Îranê de, aloziya Yemenê derbasî serdemeke nû bû, ji ber ku her du dewlet rolekê di aloziyê de dilîzin ku ji 8 salan ve dewam dike.

‘BI ÇARESERKIRINA ALOZIYA YEMENÊ RE DÊ TEVAHÎ PIRSGIRÊKÊN HERÊMÊ ÇARESER BIBIN’

Serokê Navenda Kendavê ya Lêkolînan Şerîf Ebdulhemîd got: “Çûyîna şandeya Erebistana Siûdî û Umanê bo Senayê da ku bi koma Hûsiyan re bicive, di çarçoveya perespektîfên nû yên Riyadê de tên, nemaze piştî ku têkiliyên xwe bi Tehranê re vegerandin û dozên herêmî yên ku destê Îranê tê de hene, bilivîne.”

Şerîf Ebdulhemîd ji ANHAʹyê da zanîn ku aloziya Yemenê rojeveke girîng a Qiraltiya Erebistana Siûdî ye û got, ji dema ku Hûsyan dest danî ser Senayê ve di Îlona 2014ʹan de Erebistana Siûdî hewl dide vê aloziyê çareser bike.

Serokê Navenda Kendav a Lêkolînan got, çareserkirina aloziya Yemenê kilîta çareserkirina hemû pirsgirkên herêmî yên asêmayî ye û wiha pê de çû: “Eger alozî çareser bibe dê baweriya di navbera Riyad û Tehranê de zêde bibe. Di encamê de dê siyasetên Îranê yên li gelemperiya herêmên Ereban, bi taybetî herêma Kendavê paşde vegerin.”

Li gorî nivîskar û şîrovekarê siyasî Îbrahîm Şaban, dibe ku di dema bê de çareseriyeke rasteqîn ji bo aloziya Yemenê hebe. Her wiha got, girêdaneke xurt di navbera bûyerên li ser asta Erebistana Siûdî-Îranê û helwesta Yemenê de heye.

Şaban ji ANHAʹyê re diyar kir ku bi vegera têkiliyên Erebistana Siûdî-Îranê re, serdanên ji bo her du aliyan ên bi armanca vekirina balyozan re, her wiha bi hevdîtinên berpirsên siûdî û îranî yên bi sponseriya Çînê re dê rê li ber çareserkirina aloziya Yemenê vebin.

Şaban Îbrahîm got, Îranê dê têkiliyên xwe bi Erebistana Siûdî re biparêze û di dan û standinên Hûsiyan û şandeya Erebistana Siûdî de ya li Senayê wê nermbûneke hebe. Her wiha bi bîr xist ku Îran berê û heta vê kiliyê eniya Yemekê wekî zextekê li dijî Riyadê bi kar tîne.

Îbrahîm Şaban destnîşan kir ku plana Erebistana Siûdî ya aramkirinê ji yên berê cudakire û got: “Ev yek bi helwesta Hûsiyan a agirbesta 6 mehan ve girêdayî ye, her wiha bi pêvajoya dan û standinan a 3 mehan a têkildarî rêvebirina serdema demekî ya ku dê 2 mehan dewam bike ve girêdayî ye.”

Şaban diyar kir ku di her rewşê de aramkirina eniya Yemenê dê nêzîktiyeke zîrek a ji aliyê Tehranê ve be da ku têkiliyên xwe bi Riyadê re baş bike.

(bb)

ANHA