​​​​​​​QSD, CTG û Koalîsyona Navneteweyî operasyoneke hevbeş li dijî DAIŞ`ê li dar xist

QSD`ê bi tevlêbûna endamên CTG û Koalîsyona Navneteweyî operasyonek li dijî şaneyeke DAIŞ`ê li gundewarê Hesekê li dar xist.

​​​​​​​QSD, CTG û Koalîsyona Navneteweyî operasyoneke hevbeş li dijî DAIŞ`ê li dar xist
9 nîsan, 2023   14:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) li ser malpera xwe ya fermî der barê operasyonê de daxuyanî weşand.

Di daxuyaniyê de hêzê ev agahî parve kirin: “Hêzên YAT`ê bi tevlêbûna CTG ya Başûrê Kurdistanê û Koalîsyona Navneteweyî, operasyonek li dijî şaneyeke DAIŞ`ê li Hesekê li dar xist. Şane ji 4 çeteyên DAIŞ`ê pêk tê ku çek û ceblixane ji şaneyên din re peyda dike.

Yekîneyan û hêzên şirîkê bi ser malên şaneyê yê li bajarokê Megerdeyê yê başûrê Hesekê de girt. Çek û cebilxaneyên pê re desteser kirin û endamên şaneyê girtin.

Bi wan re cekên cihereng, belge hebûn ku têkiliyên wan bi DAIŞ`ê re îsbat dikin.

Xebatên me bi şirîkên me yên li herêmê re li dijî şaneyên DAIŞ`ê û ji bo sepandina ewlehiyê li herêmê, berdewam in.”

(şx)