​​​​​​​Mînakeke hevgirtina civakê: Apê Ebdulkerîm

Apê Ebdulkerîm ji piştî erdhejê ve alîkariya şêniyên Şêxmeqûsd û Eşrefiyê dike.

​​​​​​​Mînakeke hevgirtina civakê: Apê Ebdulkerîm
7 nîsan, 2023   06:45
HELEB- MIHMED EBDO

Piştî erdheja ku li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê rû da û bandor li Sûriyeyê kir, însiyatîfên ku hevgirtina civakê nîşan didin, xurttir bûn. Hevgirtin di asteke mezin de êşên civakê sivik dike û wek bersivekê li hember siyasetên ambargo û diziya alîkariyan e ku pergalên faşîst û nîjadperest dimeşînin.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi rê û rêbazên cuda însiyatîfên hevgirtinê derketin pêş. Apê Ebdulkerîm Xûlî yê li Helebê ji mînak e.

Apê Ebdulkerîm Xûlî ê 60 salî heta ji dest wî tê alîkariya şêniyan dike û lembeyên kehrebeyê bê pere sererast dike. Apê Ebdulkerîm ev hostetî ji xwendina xwe ya li Peymangeha Elektronikê ya Helebê wergirtiye.

Apê Ebdulkerîm Xûlî ji piştî erdehjê ve rojane dikana xwe vedike û bê pere lembeyên kehrebeyê yên şêniyan sererast dike. Apê Ebdulkerîm anî ziman ku ew dixwaze bi rêbazên xwe yên taybet alîkariyê civakê bike.

Apê Ebdulkerîm dibêje: "Lêçûna sererastkirinê biha ye. Armanca me ne qezenckirina pereyan e, lê piştgiriya civakê di aliyê madî de ye. Piştî ku sererastkirina lembeyên wan diqedînim, dipirsin lêçûna wê çi qas e? Ez dibêjim, bê pere ye. Bi vê yekê kêfxweş dibin. Ez didim nîşandan ku hevgirtin di navbera şêniyan de heye."

Apê Ebdulkerîm bi eslê xwe êzidî ye, ji gundê Birc Ebdalo yê Efrînê ye. Lê ji derdora 45 salan ve li taxa Şêxmeqsûdê ya Helebê dijî.

Apê Ebdulkerîm bal kişand ser girîngiya hevgirtina civakan û gelan. Her wiha pesnê hemû însiyatêfên gel da ku şêniyên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê pêk anîn.

Di dawiya axaftina xwe de, apê Ebdulkerîm destnîşan kir ku kesên dixwazin xizmeta civakê bikin ne girîng e ku pereyên wan hebin, tenê dikarin bi rêya kar û pisporiya xwe destekê bidin civaka xwe.

(mh)

ANHA