Şervanên YPJ`ê: 4’ê Nîsanê vejîn e

Şervanên YPJ'ê diyar kirin ku 4`ê Nîsanê roja vejînê û jiyana nû ye û bi vê minasebetê soza mezinkirina têkoşînê nû kirin.

Şervanên YPJ`ê: 4’ê Nîsanê vejîn e
6 nîsan, 2023   07:19
QAMİŞLO/HÊLÎN EYLÛL

Bi minasebeta 10`emîn salvegera damezrandina Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) û rojbûna Rêber Abdullah Ocalan (4`ê Nîsanê), şervanên YPJ`ê ji ajansa me re axivîn.

Rozerîn Rojda diyar kir ku YPJ’ê li gorî fikrê Rêber Abdullah Ocalan hat damezirandin û wiha got: “Ji bo ku em bigihêjin vê rojê, bi hezaran şervanan xwe feda kir. Em îro bi saya wan şehîdan vê rojê pîroz dikin. Di heman demê em rojbûna Rêbar Apo li tevahî jinên şoreşger û azadîxwaz pîroz dikin.”

Şîlan Geliyê Botan jî rojbûna Rêber Abdullah Ocalan û salvegera damezirandina YPJ’ê li hemû jinan û gelên azadîxwaz pîroz kir û hestên xwe wiha anîn ziman: “4`ê Nîsanê ji bo me rojek pîroz e.”

Şîlan destnîşan kir ku YPJ hêza parastin û hebûna jiyanê ye û wiha dom kir: “Em her sal vê rojê kelecanek mezin pîroz dikin. Lê belê hesret di dilê her hevalekê de ye ku vê rojê bi Rêber Apo re pîroz bike.”

Rojevîn Botan jî 4`ê Nîsanê li tevahî jinên şoreşger û gelên berxwedêr pîroz kir û ev tişt anîn ziman: “4’ê Nîsanê roja mizgînîya jiyan û hebûnê ye. Em bi saya fikr û felsefeya Rêber Apo hatin vê astê, ger fikrê Rêber Apo nebûya, me nedikarî çekê rakin û têbikoşin.”

Şervana YPJ`ê Sara Sakîne jî ji Lubnanê ye, têkoşîn û jiyana pêşenga tevgera rizgariyê ya jin Sakîne Cansiz ji xwe ra esas girtiye, tev li nava refên YPJ’ê bûye û navê “Sara Sakîne” girtiye.

Sara destnîşan kir ku 4`ê Nîsanê roja vejînê û jiyana nû ye û bi vê minasebetê soza xwe ya têkoşînê nû kir.

Axîn Şiyar jî diyar kir pîrozkirina rojbûna Rêber Abdullah Ocalan û salvegera damezirandina YPJ’ê hîsek cuda di wan de dide avakirin û wiha axivî: “Salvegera YPJ’ê ji bo tevahî jinên cîhanê xwedî wateyek cuda ye. Armanca me ew e ku em artêşa xwe mezintir bikin.”

(c)