Kevana Zêrîn 4'ê Nîsanê pîroz kir

Kevana Zêrîn rojbûna Rêber Abdullah Ocalan pîroz kir û diyar kir ku 4`ê Nîsanê rojbûna jinan û gelan e.

Kevana Zêrîn 4'ê Nîsanê pîroz kir
3 nîsan, 2023   08:35
NAVENDA NÛÇEYAN 

Kevana Zêrîn bi rasthatina 4'ê Nîsanê rojbûna Rêber Abdullah Ocalan daxuyaniyek da.

Daxuyaniya Kevana Zêrîn wiha ye:

"Zayîna mirov bi çêbûna biyolojîk destpê dike, lê çêbûn dema bi wate dibe digehê rastiya xwe. Nexasim li ser erdnîgariya Mezopotamya, lêgerîna rastiyê di tevahiya dîrokê de di kesayetên pêşeng de şênber bûye. Vê xakê gelek caran ji zayîna pêşengên ku jiyana xwe bi wateyê gihandine rastiyê re dayîktî kiriye. Gel, van pêşengan weke pêxember, fîlozof û rêber bi nav kiriye, hebûna xwe di hebûna wan de dîtiye û hembêz kiriye.

Rêber Apo weke pêşengê sedsala bîst û yekan zayîna xwe bi sê qonaxan pênase dike. Zayîna yekemin, weke zayîna biyolojîk, zayîna duyemîn di lêgerîna çêkirina kesayeta xwe de demên dibistanê û ketina xebatên siyasî, zayîna sêyemîn jî di salên 2000’î de li Îmralî ji bo mirovahiyê bi pêşxistina pergalek jiyana azad, rave dike. Zayîna sêyemîn ya Rêber Apo di paradigmaya demokratîk, ekolojîk û azadiya jinê de şênber dibe ku îro weke wate û naverok li hemû cîhanê bi slogana ‘Jin jiyan azadi’ tê ziman û diqîre.

Gel rastiya xwe di rastiya Rêber Apo de dibîne û ji sala 2000’î û vir ve 4’ê Nîsanê tevî hemû zextan jî pîroz dike. 4’ê Nîsanê di mîlada Kurd de vegeriyaye rojeke cejnê; di vê rojê de dar têne çandin, ji bo zarokan şahî têne li darxistin û daxwazên demokrasi û azadiyê têne ziman. Bi taybetî jin, hebûna xwe di hebûna Rêber Apo de dibînin û 4’ê Nîsanê weke rojbûna xwe pîroz dikin.

Rêber Apo ji ber jiyana xwe li dijî pergala serdest bi berxwedana gel re kiriye yek, niha li Îmralî di şert û mercên zehmet de, di bin tecrîdek giran de ye. Li hember wê jî hemû gelê azadixwaz jî di bin tecrîd de ye.

Em jî weke Kevana Zêrîn salvegera 74`an a 4’ê Nîsanê li Rêber Apo pîroz dikin û soz didin ku ji bo şikandina tecrîdê, heta ku çanda azadiyê li hemû cîhanê bibe tekane şêwazê jiyanê emê tekoşîna xwe bidomînin."