Li dijî nuqteyên hêzên Şamê êrişa moşekan

Nuqteyên hêzên hikumeta Şamê yên li bejahiya Idlibê bi moşekan hatin topbarankirin. Hat ragihandin ku di êrişan de kuştî û birîndar çêbûne.

Li dijî nuqteyên hêzên Şamê êrişa moşekan
2 nîsan, 2023   12:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), çeteyên “Tehrîr El Şam” bi moşekan êrişî nuqteyên hêzên hikumeta Şamê yên li derdora Kewkebê ya li başûrê Idlibê kir. Hat ragihandin ku di êrişê de ji hêzên hikumeta Şamê kuştî û birîndar çêbûne.

Êrişên dijî nuqteyên hêzên hikumeta Şamê yên li “herêma bêçek” dewam dikin.

Li gorî SOHR′ê, di 10 rojên borî de 17 êrişên leşkerî, sûîqast, hewldanên ketina nuqteyan û topbaranê hatine kirin, di encamê de 34 kes hatine kuştin, ji wan 20 leşkerên hêzên hikumta Şamê û 13 çeteyên dewleta Tirk a dagirker in.

(fr/c)