Êzidiyên koçber bertek nîşanî mislimankirina êzidiyên li Efrînê da

Yekitiya Êzidiyên a kantona Efrînê mislimankirina êzidiyên li Efrînê bi darê zorê şermezar kir û diyar kir ku tişta dewleta Tirk a dagirker niha li dijî êzidiyan dike, fermanekî din li fermanên li êzidiyan rabûne zêde dike.

Êzidiyên koçber bertek nîşanî mislimankirina êzidiyên li Efrînê da
2 nîsan, 2023   12:48
ŞEHBA

Li gorî dîmenekî di 31`ê Adarê de li ser malperên medya dijîtal hatine parvekirin, çeteyên dewleta Tirk a dagirker herdu welatiyên bi navên Heyder Arif û Şêxo Arif ên ji gundên Qîbarê yê girêdayî navçeya Şera ya Efrînê bi zorê û di bin gefan de neçar kirin ku bibin misliman.

Yekitiya Êzidiyan a kantona Efrînê ji bo şermezarkirina sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li Efrînê, çalakiyek protestoyî li Kampa Serdem a li navçeya Ehdas a Şehbayê li dar xist û bi dehan endamên wan û endamên Yekitiya Jinên Êzidî ya Rojava tev lê bûne.

Endama Rêveberiya Yekitiya Jinên Êzidî ya Rojava Sûad Hiso wiha axivî: “Me di dîmen de dît çawa çeteyên dewleta Tirk a dagirker bi rêya şêxên xwe, di bin gefan de êzidiyan neçar dikin ku bibin misliman."

Sûad bal kişand ser fermanên di dirêjahiya dîrokê de li civaka êzidî rabûne û diyar kir ku tişta dewleta Tirk a dagirker niha li dijî Kurdan û êzidiyan dike, fermanekî din li wan fermanan zêde dike.

Sûad anî ziman ku sûcên çeteyên DAIŞ′ê yên li dijî Şengalê di 2014′an de kirine ji sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên niha li Efrînê tên kirin cuda nîn in û got: “Rû guherîn, lê kiryar yek in.”

Sûad da zanîn ku dagirkeran perestgehên êzidiyan ên li Efrînê wêran kirin, li şûna wan mizgeft ava kirin û ew neçar kirin ku bibin misliman.

Sûad bang li hêzên navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan kir ku destwerdanê bikin û sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî êzidiyên bi dawî bikin û sûcdaran ceza bikin.

(fr/c)

ANHA