Komxebat û pêşangeha şêwekariyê demek nêz dest pê dikin

Desteya Çandê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê cih, dîrok û şert û mercên tevlêbûna Komxebata 4`emîn a Hunera Şêwekariyê û Pêşangeha Şêwekariyê ya Rojava ya Salane eşkere kirin.

Komxebat û pêşangeha şêwekariyê demek nêz dest pê dikin
2 nîsan, 2023   11:58
QAMIŞLO

Komxebata Şêwekariyê ya 2023`yan dê bi dirûşmeya “Bi hev re, em ê bikin ku huner bihara dilan be” li dar dikeve.

Li gorî Desteya Çandê, komxebat dê li bajarê Kobanê ji 10 heta 16`ê Gulanê bê lidarxistin, Pêşangeha Şêwekariyê jî ji 18 heta 20`ê Gulanê li bajarê Qamişloyê bê vekirin.

Desteyê têkidarî şet û mercên tevlêbûna komxebatê, ev agahî parve kirin: “Şêwekarên dixwazin beşdarî komxebatê bibin, dikarin wêneyên 5 tabloyên xwe tevî CV`iya xwe bişînin cihên peywendîdar. Pêşwazîkirina daxwaznameyan 10`ê Nîsanê bi dawî dibe.”

Li gorî desteyê ji bo beşdarbûna pêşangehê jî, deriyê tomarkirina navan ji 20`ê Nîsanê heta 1`ê Gulanê vekirî ye.

Desteyê bal kişand ku şêwekar dikarin hem beşdarî komxebatê, hem jî beşdarî pêşangehê bibin.

(sb)

ANHA