'Divê gelê Kurd li hember sîxuran helwest nîşan bide'

Welatparêzên Amûdê diyar kirin ku radestkirina gerîla Harûn bi destê Kurdên xwefiroş ji dewleta Tirk a dagirker re, bê exlaqî û karekî dûrî nirxên mirovahiyê ye.

'Divê gelê Kurd li hember sîxuran helwest nîşan bide'
2 nîsan, 2023   11:26
QAMIŞLO

Malbatên gerîla û şehîdan û welatparêzên navçeya Amûdê têkildarî radestkirina gerîlayê HPG`ê Harûn Elbak (Selîm Adiyaman) ji dewleta Tirk a dagirker re ji aliyê komek xiyanetkaran ve, daxuyaniyek da.

Daxuyanî li Navenda Hûrî ya Çand û Huner ji aliyê Endama Rêveberiya Dibistanan Hena Xalid ve hat xwendin.

Di destpêka daxuyaniyê de hat gotin, “Di demekê de ku Kurdistan di rewşeke hestiyar, di bin dagirkerî û êrişên dijmin de ye, di heman demê de hevpeymana Lozanê ya qirêj sedsaliya xwe temam dike, gerîlayên HPG`ê li hemberî hemû rengên dagirkerî, hovîtiyê û ji bo azadiya gel û axa Kurdistanê têdikoşin û li çiyayên azad destanên qehremaniyê dinivîsin û berdêlên mezin didin.”

Di dewama daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku li hember ked, têkoşîn û fedakariyên gerîlayên azadiyê, xeta xiyanetê, xeta Enkîdo careke din dûbare dibe û wiha dom kir: “Radestkirina gerîla Harûn bi destê Kurdên xwefiroş û qurociyên sîxur ji dewleta Tirk a dagirker re, karekî dûrî nirxên civakê û mirovahiyê ye. Qirêjî û bê exlaqî ye. Em vê karê qirêj bi tundî şermezar dikin.”

Di dawiya daxuyaniyê de bang li gelê Kurd li çar parçeyên Kurdistanê hat kirin ku li hember vê bûyerê xwedî helwest û biryar bin.

(sb/c)

ANHA