‘Komkujiya Cindirêsê kîna li hember Kurdan nîşan did e ’

Siyasetmedaran diyar kir ku komkujiya Cindirêsê delîla kîn û nefreta dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ya li hember gelê Kurd e.

‘Komkujiya Cindirêsê kîna li hember Kurdan nîşan did e ’
29 adar, 2023   03:25
QAMIŞLO

Çeteyên Ehrar El Şerqiye yên dewleta Tirk a dagirker şeva Newrozê (20`ê Adarê) li navçeya Cindirêsê li dijî welatiyên Kurd komkujiyek pêk anî û di encamê de 4 welatî ji heman malbatê şehîd bûn û 3 din jî birîndar bûn.

/kr/uploads/files/2023/03/28/192456_-.webp

Der barê mijarê de sekreterê Partiya Demokratîk a Kurdistanê-Sûriye Ciwan Seko komkujî şermezar kir û got: “Ev ne cara yekê ye. Ji 5 salan ve dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê sûcên herî hovane li Efrîna dagirkirî pêk tînin, demografiya wê diguherînin, şêniyan dikujin û direvînin, mal û milkên wan, şûnwaran talan dikin. Ev hemû sûcên şer in. Di çarçoveya qirkirinê û tunekirina dîroka Kurdan li herêmê de pêk tên.”

Seko destnîşan kir ku partî û gelên herêmê dê bibin dengê xelkê Cindirêsê û Efrîna dagirkirî.

Her wiha Seko bal kişand ser xemsariya NY’yê, sazuyên navneteweyî, hiqûqî li hember sûcên dagirkeriyê û got: “Ev nîşan dide ku ew şirîkên wan in.”

Di heman demê de Seko bang li wan saziyan kir ku berpirsyariyên xwe bînin cih û dagirkeriya Tirk a li ser axa Sûriyeyê bi dawî bikin, vegereke ewle ji bo xelkê Efrînê dabîn bikin.

/kr/uploads/files/2023/03/28/192509_-.webp

Girêdayî heman mijarê sekreterê giştî yê Partiya Çepgir a Kurd li Sûriyeyê Mihemed Mûsa got: “Komkujî ji bo vemirandina agirê Newrozê pêk hat ku wan şehîdan pêxist. Ev delîla kîna dewleta Tirk û çeteyên wê ya li hember Kurdan e.”

Mûsa di awiyê de destnîşan kir ku divê siyasetmedar li hember komkujiyên wiha bisekinin, têkoşînê mezin bikin, planên dijminan têk bibin û her wiha got: “Divê saziyên navneteweyî erkên xwe bînin cih. Ji bo rizgarkirina herêmên xwe û avakirina sûriyeyeke demokratîk a pirreng, çi pêwîst bike em amade ne bidin.”

(şx)

ANHA