​​​​​​​Koma Şehîdên Qereçoxê: Hews astengiyan ji holê radike

Dîlan rêbazeke parastina mîras û çanda herêmekê yan gelekî ye. Koma Şehîdên Qereçoxê ya jinan mînaka vê yekê ye.

​​​​​​​Koma Şehîdên Qereçoxê: Hews astengiyan ji holê radike
29 adar, 2023   01:24
QAMIŞLO- SILAVA EBDUREHMAN

Dîlan, yek ji çanda gelan e ku resengiya gelan rave dike. Ev çand ji nifşekî derbasî nifşekî din dibe û bi vî rêbazî ji helandinê tê parastin.

Koma dîlanên koçerî ya taybet bi jinan a bi navê Şehîdên Qereçoxê di sala 2016ʹan de bi navê Koma Koçerat hat avakirin. Armanca komê parastina çand û mîraseya herêma Koçeratê ye.

Piştî êrişa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker a 25ʹê Nîsana 2017ʹan a li ser avahiya Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastin Gel (YPG) ya çiyayê Qereçoxê ya herêma Koçerat a navçeya Dêrikê ku di encamê de 38 şervan şehîd bûn, ji bo dilsoziya bi van şehîdan re, Koma Koçerat navê xwe guhert û kir Koma Şehîdên Qereçoxê.

Endamên komê ku hemû jin in ji gundên Tebkê, Girzîro, Sêgira, Gira Sor, Bana Şikeftê, Besta Sûsê, Elî Gamîş, Qildman, Siweydiyê, Dudira, Elka, Mîrka Mîra û Berojê ne, temenê wan di navbera 15-24  de salî de ye.

Endamên komê  hefteyê du caran (rojên în û şemiyê) 2 saetan li ser dîlanên koçerî perwerde dibînin û 13 dîlanan pêşkêş dikin. Endamên komê cil û bergên taybet ên jinên koçerat ku ji xiftana koçerî, kevnik û beştîn pêk tê, li xwe dikin.

Kom tev li mîhrîcan, bone û cejnan mîna şahiyên 8ʹê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê, Cejna Newrozê dibin.

Koma Şehîdên Qereçoxê di mîhrîcana 5`an a govendê de ku li Hesekê li dar ket, xelata yekemîn wergirt.

DEMA HEWES HEBE ASTENGI NAMININ

/kr/uploads/files/2023/03/28/192632_-large.webp

Hîndekara Koma Şehîdên Qereçoxê Dilvîn Reşîd (21) destnîşan kir ku wan bi 6 endaman kom ava kir û niha hejmar bûye 24 endam. Dilvîn got: “Ji bo dilsoziya bi şehîdên Qereçoxê re me navê komê kir Şehîdên Qereçoxê.”

Li rex perwerdeyê, endamên komê xwendina xwe temam dikin. Dilvîn Reşîd diyar kir ku zehmetî jî li pêşiya wan hene û got, dema hewes hebe, astengî ji holê radibin.

Dilvîn Reşîd bi bîr xist ku dema li ser dikê li pêşiya şêniyan dîlanên xwe pêşan didin, gelek kêfxwe û şad dibin û wiha domand: “Koma me bi cil û bergên koçerî tê naskirin. Dema em diçin ser dikê hemû me nas dikin. Ev ji dehfek dide me ku xwe bi pêş bixin.”

/kr/uploads/files/2023/03/28/192707_-large.webp

Endama rêveberiya Navenda Çandê ya herêma Koçerat û çavdêra perwerdekirina komê, Necah Hesen got dîlan, mîraseke çandî ye ku gelan ji hev cuda dike û wiha domand: “Gelê bê rabirdû bê niha ye.”

Necah îşaret bi pêwîstiya parastina mîrasa çandî kir û ev li gotinên xwe zêde kir: “Dema hêzên cîhanê plan dikin ku welatekî dagir bikin, di serî de êriş çanda wî dikin. Ji ber ku çand, fikr, nasname û koka wî gelî ye.”

Necah Hesen diyar kir ku ew bi rêya navendên çandê û kesên temenmezin çanda herêmê lêkolînan dikin ji bo ku reseniya govendan biparêzin.

(şx)

ANHA