Zarokê Kurd ku polîsan êşkence lê kir 3 êşkencekar teşhîs kirin

Zarokê 14 salî ku polîsên Tirk li navçeyeke Bakurê Kurdistanê êşkence lê kiribû û ew avêtibû çiravê, 3 polîsên êşkencekar teşhîs kirin. Hate îdiakirin ku êşkencekar hatine binçavkirin.

Zarokê Kurd ku polîsan êşkence lê kir 3 êşkencekar teşhîs kirin
26 adar, 2023   10:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Y.D. di 21'ê Adarê de li Licê gava ku bi hevalekî xwe yê 10 salî vedigeriya malê ji aliyê polîsên Tirk ve hatibû revandin.

Zarokê ku êşkenceya giran lê hate kirin, piştî ku dest û lingên wî hatin girêdan lê hate ferzkirin ku bibêje 'Tirk e' û 'Sixêfan li Kurdan bike'.

Zarokê ku gefa kuştinê lê hate xwarin, piştre dest, ling û devê wî girêdayî li qiraxa çemekî di nava çiravê de hatibû dîtin.

Piştî ku ev hovîtî ji aliyê Ajansa Mezopotamya ve hate ragihandin û nerazîbûneke mezin hate nîşandan, Serdozgeriya Komarê ya Licê dest bi lêpirsînê kir.

Di çarçoveya lêpirsînê de ji bo teşhîskirinê bang li Y.D. hate kirin ku biçe Fermandariya Jendermeyan a Licê.

Li gorî agahiyên ku malbata zarok da, Y.D. bêyî parêzerê xwe li pêşberî dozger 3 polîsên êşkencekar teşhîs kirin.

Piştî teşhîsa bi wêne, têkildarî 3 polîsan ku yek jê komîser bû biryara girtinê hate dayin û hate îdîakirin ku hersê li Enqereyê hatine binçavkirin.