ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 26-3-2023

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 26-3-2023
25 adar, 2023   23:00

Koçberên navçeya Cindirêsê li kantona Şehbayê çalakiyeke protestoyî li navçeya Fafşînê li dar dixin saet di 10:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Koma Şanoyê bi boneya Rojava Şanoyê ya Cîhanê, li navenda xwe ya li Qamişlo çalakiyekê li dar dixe saet di 16:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Gelê Kurdistanê rojên navbera 21-28’ê Adarê wekî “Hefteya Qehremaniyê” pêşwazî dike. Ji pêşengên Tevgera Azadiya Kurdistanê Mazlum Dogan 21ʹê Adarê bi çalakiya xwe pêvajoyek nû da destpêkirin, fermandarê efsaneyî Mahsum Korkmaz (Egîd) jî rengê têkoşînê diyar kir û 28’ê Adarê şehîd bû.  (BI WÊNE Û DÎMEN)

Odeya Xebatan a Bendava Firatê eşkere kir ku cara yekê ye ku depoya gola bendavê ewqas kêm dibe. Her wiha destnîşan kir ku ji ber girtina çemê Firatê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve, 2 milyar metrekab av ji depoya xwezayî ya gola bendavê kêm bûye. Ev wê nîşaneyê dide ku dê 7 milyon şênî bi karesateke mirovî re rû bi rû bimîne. (BI WÊNE Û DÎMEN)

CÎHAN Û ROJHILATA NAVÎN

Çavkaniyan diyar kirin ku lihevkirina Şam û Erebistana Siûdî ya ji bo jinûve vekirina balyozxaneyan nayê wateya normalîzekirina têkiliyan an jî pêşxistina wan. Li aliyekî din parlamenterên serbixwe yên Iraqê ‎biryar da ku gavên xwe yên dijberî qanûna guhartina hilbijartinên meclisên parêzgehan bi ‎xwespartina li dadgeha federal, zêde bikin. Li kêleka wê jî piranî parlamenter hewl didin bêyî ‎berçavgirtina îtîrazên li ser guhartina qanûnê, qanûnê derbas bikin.

ANHA