‘Heta niha min ji malê re kar kir, êdî dora welat e’

Ew jî wekî gelek ciwanên Kurd di nava feqiriyê, lê bi hestên welatparêziyê û hesreta xaka azad mezin bû. Li welatên xeribiyê karkerî dikir, dema şoreşa 19’ê Tîrmehê destpê kir, bi gotina, “Dora Welat e” tevlî refên şoreşê bû û 10 salan têkoşiya.   

‘Heta niha min ji malê re kar kir, êdî dora welat e’
23 adar, 2023   03:34
QAMIŞLO – SÎMA BIROKÊ

Remedan Ismaîl di sala 1979’an de li bajaroka Girbawî ya girêdayî Qamişlo ji dayik bûye. Li malbatek welatparêz, di nava 12 xwîşk-birayan (6 xwîşk, 6 bira) de mezin dibe. Dibistana seretayî li Girbawiyê, ya navîn jî li Qamişlo dixwîne. Piştre xwendinê diterikîne û bi armanca alîkariya aborî ya malbatê diçe Şamê, ji wir jî derbasî Lubnanê dibe.

‘ÊDÎ DORA WELAT E’

 Bi salan li van deran kar dike, lê wexta ku Şoreşa 19`ê Tîrmehê (2012) destpê kir, hestên welatparêziya wî bilind dibin û berê xwe dide xaka dayîkê (2013). Dema tê malê jî vê hesta xwe bi gotinên wekî, “Şer hatiye ber derî, heta niha min ji malê re kar kir, divê îcar em ji welat re kar bikin” ji malbatê re tîne ziman.

10 roj piştî hatina malê, Remedan Ismaîl serî li Yekîneyên Parastina Gel (YPG) dide û daxwaza tevlîbûnê radigihîne. Bi qebûlkirina serlêdanê re navê Mezlum Qamişlo werdigire. Piştî perwerdeya bingehîn, tê fêmkirin ku nexweşiya dîsk pê re heye, lewma rêveberî wî ji bo karên sivik erkdar dike, lê ew viya qebûl nake û dibêje, “Ma ez pîr im ku nikarim şer bikim”. Li ser israra xwe di eniyên şer de cîh digire, erka yekemîn jî li bajaroka wî çêdibe. Piştre li Til Birak û Til Hemîs, Şedadê, Efrîn, Minbic, Dêrazor û Kobanê tevli gelek pêngavê rizgarkirina herêman û berxwendanan bûye.

Di vê navberê li ser daxwaza xwe tevlî perwerdeyek fikrî û rêxistinî dibe, li pey perwerdeyê jî di Disîplîna Leşkerî (Şurta Eskeriyê) de cîh digire.

Piştî demekê jî li nava Hêzên Komando tê erkdarkirin û her di vê erkê de ma. Roja 6’ê Adara 2023’yan di encama krîza dil de şehîd bû.

Remedan Ismaîl (Mezlûm Qamişlo) ku di nava hevalên xwe de bi dilnizmî û rêzdariya xwe dihat nasîn û gelekî dihat heskirin, zewicî bû û zarokek wî heye.

ŞÎRETA JI BO XWÎŞKA XWE YA DAYÎKA ŞEHÎD

Xwîşka Remedan Ismaîl (Mezlûm Qamişlo) Fadya Ismaîl ku kurê wê Delîl Xelîl (Metîn) di nava refên YPG’ê de şehîd bûye û kurek wê li nava YPG’ê û kurek wê jî gerîlayê HPG’ê ye, behsa kesayeta birayê xwe kir.

Fayda Ismaîl destnîşan kir ku dema kurê wê Delîl Xelîl (Metîn) şehîd bûye, yê ku herî zêde destek daye wê Ş. Mezlum Qamişlo bûye û got: “Ji bo ku êşa min hinekê sivik bike, şîret li min dikirin. Digot ‘gihîşt cihê şeref û namûsê, welatê xwe parast. Parastin kir da ku hûn di nava jiyaneke aram de bijîn. Pêwîste tu serbilind bî’. Bi birazî û xwarziyên xwe re weke hevalan bû, bi xwişk û birayê xwe re jî bi tifaq bû.”

BÎRANÎNEK

Bira û Rêhevalê Remedan Ismaîl (Mezlûm Qamişlo) Hikmet Ismaîl jî da zanîn ku ew bi hevre beşdarî hemle û berevaniya herêmê bûne, ji gundewarên Qamişlo heta gundewarên Hesekê di gelek hemleyan de cîh girtine. Hîkmet bîraneke bi birayê xwe re wiha anî ziman: “Carekê dema em li gundê Kaka Seîda yê Til Birakê bûn. Ez û çend hevalên xwe em weke hêza destekê ber bi wan ve çûn. Çeteyên DAIŞ`ê pir nêzî me bûn. Min jê re got, ‘heval Mezlûm pir nêz in’, wî jî got `Tu îro bi tirs hatiye, em ê xwarinê çêbikin’. Wisa bi rihekî moraldayînê tevdigeriya.”

`MEWZIYA KU MEZLÛM LÊ DIMA BI MORAL BÛ`

Hevalê Mezlûm Qamişlo û şervanê YPG`ê Diyar Îbrahîm jî destnîşan kir ku tevlî ferqa temenê di navbera wan de jî, li gel Ş. Mezlûm rêhevaltiyek baş meşandine û got: “Kîjan dema ez diketim tengasiyê, min xwe li wî digirt. Her dem xwedî li min derdiket. Hemû hevalên me dixwestin bi heval Mezlûm re beşdarî hemleyan bibin. Mewziya ku lê dima ew mewzî bi moral bû, hevalekî fedekar bû, erka xwe pêk di anî. Gelek şervan bi rêya wî de tevli YPG`ê bûn.”

ANHA