Ji şeva Newrozê de çi li Efrîna dagirkirî diqewime?

Piştî ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker 4 welatî li navçeya Cindirêsê şehîd xistin, li kantona dagirkirî xwepêşandan li dijî dagirkeriyê û çeteyên wê derketin û bi tijî dengê xwe “Efrîn kurdî û dê kurdî bimîne û kurd namirin” qêriya.

Ji şeva Newrozê de çi li Efrîna dagirkirî diqewime?
23 adar, 2023   00:37
ŞEHBA – CÛDÎ SÎPAN

Piştî ku çeteyên Ehrar El Şerqiye yên dewleta Tirk a dagirker 4 welatî li navçeya Cindirêsê şehîd xistin, li kantona dagirkirî xwepêşandan li dijî dagirkeriyê û çeteyên wê derketin.

Şeva Newrozêê ji ber ku malbata Pêşmerg agirê Newrozê dadan, çeteyên Ehrar El Şerqiye êriş wan kir û 4 ji wan şehîd xist û 3 din jî birîndar kirin.

Çavkaniyên taybet ji navçeya Cindirêsê ji ajansa me re da zanîn ku şehîd û birîndar ji bo nexweşxaneya leşkerî ya Efrînê hatin veguhastin. Lê belê nexweşxaneyê dermankirina birîndaran red kir û di encamê de malbatan ew birin nexweşxaneya bajarokê Etme yê bakurê Îdlibê, ku ew jî di bin kontrola Heyet Tehrîr El Şam (Cebhet El Nusra ya berê) de ye.

Şehîd ev in: Ferhedîn Osman (43),  Îsmaîl Osman (38), Mihemed Îsmaîl Osman (18), Mihemed Osman (42), lê navên birîndaran nehatin bidestxistin.

Xwepêşandêr ji Efrînê, navçeyên Reco, Şiyê, Şera, Şêrewa, Bilbilê, Mabeta û Cindirêsê berê xwe da qadan û li dijî dagirkeriya Tirk û çeteyên wê yên li Efrîna dagirkirî siloganên "Şehîd Namirin", "Na ji zilm û guhertina demografiyê re", "Bijî Kurdistan" û "Kurd namirin" berz kirin.

Xwepêşandêran banga derxistina dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji kantona Efrîna dagirkirî kir û her wiha destnîşan kir ku heta sûcdarên komkujiyê neyên cezakirin ew merasîma sersaxiyê li dar naxin.

Her wiha şêniyên biyanî û malbatên çeteyan ên li Cindirêsê êriş xwepêşandêran kir û nehişt ku ew xwepêşandanê bidomînin.

Ji bo veşartina sûcên xwe jî, hin komên çeteyan şahiyên Newrozê li dar xist û bang li şêniyan kir ku tê de beşdar bibin.

Çavkaniyekî taybet ji Cindirêsê diyar kir ku çeteyên "Polîsa Leşkerî" gotin wan sûcdarên komkujiyê girtine, lê belê ew ne sûcdarên rastîn in.

Heman çavkanî piştrast kir ku serçeteyê bi navê "Hesen El Debi" ku ji çeteyên "Ehrar El Şerqiye" ye sûcdarê rastîn e û wî tev endamên komên xwe gule li welatiyan barandine.

ÇIMA “HEYET TEHRÎR EL ŞAM” MUDEXELAYA BÛYERÊ KIR?

Piştî ku birîndar ji bo nexweşxaneya Etmeyê hatin birin, Cehbet El Nusra mudaxeleya bûyerê kir da ku xwe wek xelaskerê welatiyan nîşan bide û wan ji çeteyan diparêze.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku xwepêşandan li Efrîn û Cindirêsê li dijî dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi pankartên "Na ji kuştina sivîlan re", "Bes e 5 sal zilm û guhertina demografiyê" û "Efrîn Efrîna Kurdan e" bi zimanên Kurdî û Erebî, didomin.

(mh)

ANHA