Kombenda Efrîn a Civakî û Komîteya Koçberên Serêkaniyê komkujiya Cindirêsê şermezar kir

Kombenda Efrîn a Civakî û Komîteya Koçberên Serêkaniyê komkujiya Cindirêsê şermezar kir û banga cezakirina sûcdarên wê û bidawîkirina dagirkeriyê kirin.

Kombenda Efrîn a Civakî û Komîteya Koçberên Serêkaniyê komkujiya Cindirêsê şermezar kir
22 adar, 2023   14:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Kombenda Efrîn a Civakî ya Qamişlo bi daxuyaniyekê komkujiya ku çeteyên Ehrar El Şerqiye yên girêdayî artêşa Tirk a dagirker di 20'ê vê mehê de li dijî 4 welatiyên navçeya Cindirêsê ya Efrîna dagirkirî ji ber pêxistina agirê Newrozê pêk anîbû, şermezar kir.

Daxuyanî ji aliyê welatî Ciwan Ehmed û Zehrîhan Hisên ve bi zimanên Îngilîzî û Erebî li pêşiya avahiya Komîseriya Bilind a Karûbarên Penaberan a taxa Siyahî ya Qamişlo hat xwendin, li wir bi dehan koçberên Efrînê û endamên Kombenda Efrîn a Civakî beşdar bûn û pankartên "Na ji zilmê re, erê ji azadiyê re", "Bijî serhildana Cindirêsê", "Cindirês ne bi tenê ye" û "Em kuştina sivîlan li Cindirêsê şermezar dikin" hildan.

Daxuyanî wiha ye: "Em komkujiya ku komên terorîst li dijî sivîlan pêk aniye bi tundî şermezar dikin û bang li rêxistinên navneteweyî û yên mafên mirovan dikin ku:

*Efrînê wek herêmeke mirovî û bêçek ragihînin û hemû komên çekdar jê derxin û vegereke ewle ji bo şêniyên wê yên resen misoger bikin û civata navneteweyî çavdêriya vê mijarê bike.

*Cezakirina sûcdarên sûcên dermirovî yên rojane yên ku li hundirê Efrînê tên pêkanîn.

*Damezirandina rêveberiyeke xwecih ku ji şêniyên wê pêk tê û sîstemeke dadgeriyê ya bêalî were avakirin.

*Berdana hemû girtiyan û kesên revandî û tawîdkirina kesên zirardîtî.

*Misogerkirina derbasbûna ewle ya çapemeniyê û rêxistinên hiqûqî yên navneteweyî ji bo hundirê Efrînê.

Di heman çarçoveyê de, Komîteya Koçberên Serêkaniyê jî ji bo şermezarkirina komkujiyê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de kiryarên hovane û komkujiyên qirêj ên ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker li dijî şêniyên Efrîna dagirkirî pêk tînin hatin şermezarkirin û banga nîşandana helwesteke cidî li dijî van kiryaran û bidawîkirina dagirkeriyê li rêxistinên navneteweyî hat kirin.

(mh)

ANHA